98 Sureya Beyyîne an Ferkera Rastîya Vekirî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Wateya Herî Kurdî[edit]

98 - 1) Ew kesê bêdînê ji gelê pirtûkê û mişrik heta delîlekî ji wan ra bê dev ji karê xwe bernadin
98 - 2) Pêxemberekî xwedê ji wan ra rûpelên paqij dixwîne
98 - 3) Nav wî da fermanên raste rast heye
98 - 4) Ew kesên ji wan ra pirtûk hatine dayîn ji hev cûda ne bibûn heta piştê ev delîl ji wan ra hat
98 - 5) Û ne hatibûn ferman kirin ji xeynî evdî bikin ji xwedê ra di wî dîynê da bi dil û can rast bibin û nimêj bikin û zekat bidin wa eve dîyna rastî
98 - 6) Bi rastî ew kesên rastîyan vedişêrin ji gelê pirtûkê û kesên mişrik nav agirê dûjehê da tê biminîn wa ewin ew, kesê nebaşîyêda pêş çûyî
98 - 7) Bi rastî ew kesên bawerî anîne û karê qenc kirine ewin ew qencîyê da pêş çuyî
98 - 8) Xelata wan li ba rebbê wan bihiştên edne ye ku di bine wî da çem diherike, tê ew wê derê bêdawî bimînin xweda yê wan ji wan razîye û ew jî ji xweda yê xwe razîne, ev ji bo kesên ji rebbê xwe ditirsin e

Wateya Nêzî Kurdî[edit]

98 - 1) Ew kesê kafirê ji ehlê kitêbê û mişrik heta beyyînekî ji wan ra ney ew karê xwe bernadin
98 - 2) Resûlekî ellah suhufên tahir dixwîne
98 - 3) Nav wî da qanûnên qewîn heye
98 - 4) Û ne ketin tefrîqayê kesên ji wan ra kiteb hatîne dayîn xeynî ev beyyîne ji wan ra hat
98 - 5) Û ne hatin emir kirin ji xeynî ebdî bikin ellah ra muxlîs bikin ji wî ra dîynê, henîf bin û rabin selatê û bidin zekatê û eve dîyna qewîn
98 - 6) Bi rastî kafirên ji ehlê kitêb û mişrik nav agirê dûjehê da tê bêdawî bimînin wa ewin şerrê da berî
98 - 7) Bi rastî yên îman dikin û emelê salih dikin ewin wa ewin xêrê da berî
98 - 8) Xelata wan li cem rebbê wan cennetê edne ku di binê wî da nehr diherike tê li wê derê ebedî bimînin û ellahê wan ji wan razîye û ew jî ji wî razîne wa ev ji bo kesên ji rebbê xwe ditirse ye

Wateya Fireh Kurdî[edit]

98 - 1) Ticaran nebawermendê gelê pirtûk û mişrik dev ji nebawermendîyê bernadin ku heta ji wan ra delîl bê
98 - 2) Pêxemberekî ji alîyê xwedê hatîye şandin ji wan ra rûpelên paqij dixwîne
98 - 3) Nav wî da biryarên giştîyên li cî da heye
98 - 4) Ew kesên ji wan ra pirtûk hatine dayîn ne keti bûnê ji hev cûda bûnê heta piştê ev rastîya vekirî ji wan ra hat
98 - 5) Û ew xeynî ji xwedê ra evdî bikin bi dilekî vekirî berê xwe bidin dîynê wî û nimêjê bikin û zekatê bidin ne hatin ferman kirin wa eve dîyna ê nayê guhartin
98 - 6) Bi rastî ewên ne bawermendê ji gelê pirtûkê û mişrik nav agirê dûjehê da tê heta hetayî bimînin jixwe ewin, ew kesê hêla nebaşîyêda berî herkesî pêşî dikêşin
98 - 7) Bi rastî kesên bawer dikin û karê baş dikin ewin û ew kesên hêla başîyêda berî her kesî peşî dikêşin
98 - 8) Xelata wan li ba rebbê wan bihiştên ednêne ku bine wan da çem diherikin, ew mayindene wê derê heta hetayî dilşade xwedê ji wan û ew jî dilşadin ji wî, ewa ji bo wan kesên ji rebbê xwe ditirsin e

Çavkanî[edit]

https://watedar.com/

Sûreyê Din[edit]

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz