96 Sûreya Eleq an Ferkera Bixwîne

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Wateya Herî Kurdî[edit]

96 - 1) Bixwîne bi navê rebbê xwe yê diafirîne
96 - 2) Diafirîne mirovê ji aliqandîyekî
96 - 3) Bixwîne rebbê te xwedîyê dayîne kî herî mezine
96 - 4) Ew bi pênûsê dide fêr kirin.
96 - 5) Dide fêr kirin tiştê mirov nizane
96 - 6) Naxêr! bi rastî mirov rê derdikeve
96 - 7) Gava xwe têra xwe dibîne
96 - 8) Bi rastî vegerîna we disa li ba rebbê we ye
96 - 9) Te dît? kêsê qedexe dikir
96 - 10) Gava evdekî nimej dikir
96 - 11) Te dît? belkê ew evd ser rêya rast bû
96 - 12) An ji fermana xwe parastinê dikir
96 - 13) Te dît? ew kesê ku diderewîne û rû jê badide.
96 - 14) Ma ew nizane? ku bi birastî xweda wî dibîne
96 - 15) Naxer! ku dev bernede ji vî karê emê wî ji pûncika wî biqefilînin
96 - 16) Pûncikekî derewkerê xetakar.
96 - 17) Êca bila gazîyê piştvanê xwe bike
96 - 18) Emê jî gazîyê nêrevanên dûjehê bikin.
96 - 19) Naxêr! gotinên wî neke û ji xwedayê xwe ra here secdê û xwe nêzik ke

Wateya Nêzî Kurdî[edit]

96 - 1) Bixwîne bi îsmê rebbê xwe yê dixuliqîne yanê çêdike
96 - 2) Dixuliqîne însanê ji eleqê yanê ji aliqandîyekê
96 - 3) Bixwîne rebbê te ekreme yanê xwedîyê dayîne kî herî mezine
96 - 4) Ew bi qelemê dide elimandin yanê dide fêr kirin
96 - 5) Dide elimandin însanê ra tiştê însan ne elimîye yanê hê nizane
96 - 6) Naxêr! bê guman însan har dibe yanê ji rê derdikeve
96 - 7) Ku xwe mûstaxnî yanê bê kêmasî dibîne
96 - 8) Bê guman hûn ber bi rebbê xwe ve rûcu bikin yanê vegerin
96 - 9) Te dî?ew kesê nehiy dikir yanê nedihişt
96 - 10) Vextê ebdekî selat yanê nimej dikir
96 - 11) Te dî? belkê ew ebd ser hîdayetê yanê ser rêya rast bû
96 - 12) Belkê teqvayê yanê xwe parastinê emir yanê ferman dikir
96 - 13) Te dî? kesê dikezibîne û rûyê xwe jê dizivirîne.
96 - 14) Ma qê ew ne elimîye? ku bi birastî ellah wî dibîne
96 - 15) Na! heger ew poşmam nebe emê wî ji perçema yanê pûncika wî biqefilînin
96 - 16) Perçemekî virkerê xetakar.
96 - 17) Dê ka bila nîda yanê bang bike meclîsê xwe
96 - 18) Emê jî bang li zebanîyan yanê milyaketê cehnemê bikin.
96 - 19) Na! îtaetê yanê gotinên wî neke ji xweda yê xwe ra secdê bike û xwe nêzî wî bike

Wateya Fireh Kurdî[edit]

96 - 1) Bixwîne bi navê rebbê xwe yê dixuliqîne yanê ji tiştek tiştekî din çedike nav vî mijarê ji aliqandîyekî mirovê çêdike
96 - 2) Rebbê te dixuliqîne mirovê ji aliqandîyekî yanê mirovê ji aliqandîyekî çêdike
96 - 3) Bixwîne lewra ew xwendin jî ji kerema rebbê te ye û rebbê te xwedîyê dayîne kî herî mezine
96 - 4) Ew xweda bi pênûsê dide hîn kirin
96 - 5) Tiştê mirov hê nizane hînê mirov dike
96 - 6) Naxêr! bi rastî jî mirov ji rê derdikeve
96 - 7) Gava xwe hewcedarê tu tiştê nabîne
96 - 8) Lê bîrnekin ku bê guman hûn dîsa bizivirin û bêne pêşberê rebbê xwe
96 - 9) Te wî kesê qedexe dikir dît?
96 - 10) Gava evdekî nimej dikir
96 - 11) Te dît anjî qet ramand ? belkê ew evd ser hîdayetê yanê ser rêya xelasîyê bû
96 - 12) An jî belkî ew fermana teqwayê yanê xwe parastina ji xerabîyê dikir
96 - 13) Te dî? ew kesê ku rastîyê diderewîne û rûyê xwe ji wî rastîyê dizivirîne.
96 - 14) Qê ew nizane? bê guman xweda wî dibîne
96 - 15) Na, na! ew ji rewşa xwe poşmam nebe û dev ji vî karê bernede bêguman emê wî ji pûncika wî biqefilînin
96 - 16) Ji vî pûncika derewkarê xetakar.
96 - 17) Bila vî çaxê bang li heval û hogirên xwe bike
96 - 18) Tê emê jî gazîyê firîşteyên ku nêrevantîya dûjehê dike bikin.
96 - 19) Naxêr! Bi kirinên gotinên wî stûyê xwe ber wî ne tewîne û tu xwe tenê li pêşberî xweda yê xwe bitewîne û jê ra here secdê daku saya vî tu bikarî xwe nêzîkî xweda yê xwe bikî.

Çavkanî[edit]

https://watedar.com/

Sûreyê Din[edit]

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz