91 Sureya Şems an Ferkera Tav

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Wateya Herî Kurdî[edit]

91 - 1) Sond li tavê û ronahîya wî
91 - 2) Û heyvê gava şopand wî
91 - 3) Û rojê gava tavê deranî
91 - 4) Û şevê gava tavê dagirt
91 - 5) Û esmanê û tiştên wî ava kiriye
91 - 6) Û erdê û tiştên wî raxistîye
91 - 7) Û canê û tiştên wî saz kirîye
91 - 8) Û çavbirçîtîya wî jî û xwe parastina wî jî niqutandîye dilê wî
91 - 9) A rast kî wî paqij bike ew xwe xelas dike
91 - 10) Û kî jî wî bidewisîne ew xwe pûç dike
91 - 11) Semud ji ber harbûna xwe derewand
91 - 12) Gava herî nebaşê wî xwe da pêşî
91 - 13) Lêbelê Pêxemberê Xwedê ji wan ra gotibû mê hêştira Xwedê û avdana wî
91 - 14) Lê wan derewandin wî û ser jê kirin êca ji ber gunehên wan Rebbê wan jî wê derê hilweşand ser wan û yeksan kir
91 - 15) Û (Rebbê te) natirse ji encama wî

Wateya Nêzî Kurdî[edit]

91 - 1) Û tavê û ronahîya wî
91 - 2) Û heyvê vextê teqîb kir wî
91 - 3) Û rojê vextê deranî wî
91 - 4) Û şevê vextê dorpêç kir wî
91 - 5) Û semayê û tiştên bîna kiriye wî
91 - 6) Û erdê û tiştên raxistîye wî
91 - 7) Û nefsê û tiştên saz kirîye wî
91 - 8) Û îlham daye wî ficûra wî û teqwa wî
91 - 9) Bi rastî iflah dibe kî wî paqij bike
91 - 10) Û bi rastî xwe heba dike kî bidewisîne wî
91 - 11) Keziband Semud ji ber tûxyana xwe
91 - 12) Vextê xwe da pêşî herî eşqîyayê wî
91 - 13) Lêbelê Resûlê Ellah ji wan ra gotibû mê hêştira Ellah û avdana wî
91 - 14) Êdî wan kezibandin wî û ser jê kirin êca xira kir ser wan da Rebbê wan ji ber gunehên wan û yeksan kir
91 - 15) Û natirse aqûbeta wî

Wateya Fireh Kurdî[edit]

91 - 1) Sond li tavê û ronahîya wî
91 - 2) Û heyvê gava pê tavê ve çû
91 - 3) Û rojê gava tavê deranî holê
91 - 4) Û şevê gava tavê dorpêç kir
91 - 5) Û esmanê û hêza wî ava kiriye
91 - 6) Û erdê û hêza erdê raxistîye
91 - 7) Û canê û hêza ku can saz kirîye
91 - 8) Û xwesteka çilekîya wî jî û xwe ji çilekîyê parastina wî jî niqutandîye dilê wî
91 - 9) Êca kî wî (dilê) paqij bike tê ew xwe xelas bike
91 - 10) Û kî jî wî bin pê bike ew xwe bêkêr dike
91 - 11) Gelê Semûdê ji ber harbûna xwe (rastîyê) derewand
91 - 12) Gava xwe avête pêşî ê herî xirabê wî
91 - 13) Lêbelê Pêxemberê Xwedê ji wan ra gotibû mê hêştira Xwedê û av wexarina wî
91 - 14) Lê wan derewandin wî (Pêxemberê) û ser jê kirin (mê hêştirê) êca Rebbê wan jî ji ber gunehên wan (warê wan) hilweşande ser wan û yeksan kir
91 - 15) Û (Rebbê te) ji encama wî bûyerê natirse

Çavkanî[edit]

https://watedar.com/

Sûreyê Din[edit]

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz