68 Sûreya Qelem an Ferkera Pênûs

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Wateya Herî Kurdî[edit]

68-1 >>Nûn! Sond li pênûsê û tiştê pênûs dinivisîne.
68-2 >>Saya qencîya Rebbê xwe tu ne cin pê ketî yî.
68-3 >>Bi rastî ji te ra xelatekî bêdawî heye.
68-4 >>Û bi rastî tu li ser afirandinekî herî mezinî
68-5 >>Tê tu jî ew jî bibînin
68-6 >>Ka kî ji we ye dîn?
68-7 >>Bi rastî Rebbê te dizane kî ji rêya Wî derketîye û kî jî ser reya raste
68-8 >>Îdî guh nede derewkaran
68-9 >>Dixwazin ku tu ji wan ra rûnkerî bikî û ew jî ji te ra rûnkerî bikin.
68-10 >>Gotinên kesên zêde sondxwarê bê rûmet neke
68-11 >>Ew lomeker ji bo peyvgerîyê dimeşe
68-12 >>Astengê qencîyêye, erîşkare û bazdarê neqencîyêye
68-13 >>Zordare piştê wana jî bêesile
68-14 >>Ji ber ku bûye xwedî sermaye û zarokan
68-15 >>Gava ji wî ra ayetên me tê xwendin dibêje ew çîrokên berîne
68-16 >>Emê wî ji pozê wî dax bikin
68-17 >>Bi rastî Me wan jî ceriband wêkê xwedîyên baxçê ku gava sond dixwarin serê sibê wî biçînin
68-18 >>Û rêyekî din jî nedihiştin
68-19 >>Hê ew xew da bûn babelîskekî ji alîyê Rebbê te ve ser wî baxçê hate lefandin
68-20 >>Heta sibê bû wekê rejîyê.
68-21 >>Şeveqê gazîyê hev kirin
68-22 >>Haydê ger ku hûn kom bikin zû herin ser berhemên xwe
68-23 >>Û gava ketin rê bi dizîkan hev ra peyîvîn
68-24 >>Îro wê derê tû belengazekî nehêlin bêne ba we
68-25 >>Zû çûn û xwe ji bo astengîyê dikare dîtin
68-26 >>Lê gava wê derê dîtin gotin bi rastî me rêya xwe wînda kirîye
68-27 >>Naxêr! Em bêpar mane.
68-28 >>Êca ji wan heba sernerm got ma min ji we ra ne gotibû Xweda yê xwe jî bihesibînin.
68-29 >>Gotin Rebbê me Tu ji hemû kemasîyan paqijî bi rastî kesên zordar em bûn.
68-30 >>Îdî pejirandin û lî hev zivirîn hev şermezar kirin
68-31 >>Gotin xwelî li serê me!Bi rastî jî em har bûne
68-32 >>Dibe ku Rebbê me şûna wî da ji wî çêtir bide me em îdî tenê ji Rebbê xwe hevîdarin
68-33 >>Ewa ezab wihaye lê ezaba dinyaya din ji wî jî mezintire xwezî wan bizanîya
68-34 >>Bi rastî ji bo kesên xwe parastîyan li ba Rebbê wan bihiştê nîmetan heye
68-35 >>Ma Em misilman û gunehkaran wekî hev digirin?
68-36 >>Çi bûye bi we? Hûn çawa daraz didin?
68-37 >>An jî pirtûkekî li ba we heye hûn ji wî hîn dibin?
68-38 >>Ku bi rastî di wî da hûn çi bixwazin gorî kêfa we heye
68-39 >>Yan jî we sondekî tê bidome heya roja piştdawîyê ji me hildaye ku hûn hema çi daraz bidin bê têqez ê we ye
68-40 >>Bi pirse ji wan ka kî ji wan mîsogerê wî karê ye
68-41 >>Yan jî hevparên wan hene heke rastbêjin bila hevparên xwe bînin
68-42 >>Roja ku zorî xuya dike ew ji bo secdeyê têne gazî kirin lê ew nikarin
68-43 >>Tirs ketîye çavê wan û perîşane rewşa wan lê hêj ew saxlem jî bûn ji bo secdê dihatin gazî kirin
68-44 >>Wan kesên vî Peyamê diderewîne ji Ma bihêle Em ê wan ji alîyekî ew nizanin gav bi gav bigirin
68-45 >>Ez demekî didim wan bi rastî amadekarîya Min bihêze
68-46 >>Yan jî tu ji wan mafekî dixwazî û ew jî ketine bin barê deynekî giran
68-47 >>Yan jî qê tiştê ne dîyar (xeyb) li ba wane qê ew dinivisînin
68-48 >>Ewçaxê tu jî ji bo biryara Rebbê xwe xwe ragire û ne be mîna hevalê masîyê ku ew demekî bi dilekî xemgîn gazî dikir
68-49 >>Eger ku qencîyekî ji Rebbê wî negihiştîya wî ew ê şermezar kirî bihata avetin erdekî virtî vala
68-50 >>Lêbelê Rebbê wî wî hilbijart û kir ji qencan.
68-51 >>Û bi rastî kesên bêdîn gava Quranê dibihîstin hindik mabû tê wergerandin te bi çavên xwe digotin bi rastî ew cin pê ketîye
68-52 >>Lê ew (Quran) tenê şîretekî ye ji bo hemû cîhanan

Wateya Nêzî Kurdî[edit]

68 – 1 >> Nûn! Sond li qelemê û tiştê qelem dinivisîne
68 – 2 >> Bi nîmeta Rebbê xwe tu mecnun nînî.
68 – 3 >> Bi rastî ji te ra ecrekî xeyrî memnun yanê bêdawî heye
68 – 4 >> Û bi rastî tu li ser exlaqekî herî mezinî.
68 – 5 >> Îdî tu bibînî û ew jî bibînin
68 – 6 >> Ka kî ji we ye meftun yanê dîn?
68 – 7 >> Bi rastî Rebbê te dizane ka kî ji rêya Wî derketîye û ketîye delaletê û kî jî muhtedîyne yanê ser reya raste
68 – 8 >> Îdî îteatê ji kesên viroker ra neke
68 – 9 >> Dilê wan heye ku tu ji wan ra xweşekî yanê rûnkerîyê bikî û ew jî ji te ra xweşekî yanê rûnkerîyê bikin
68 – 10 >> Îtaeta wan kesên pir sond xwarê bêqîmet neke
68 – 11 >> Ew eybgere ji bo xeberguhezîyê dimeşe
68 – 12 >> Manîe xêrêye, erîşkare, bazdarê gunehane
68 – 13 >> Zalime paşî jî bêesile
68 – 14 >> Ji ber ku bûye xwedanê mal û zarokan
68 – 15 >> Vextê pêş berî wî ayetên me tê xwendin dibêje ew çirokên ewilin
68 – 16 >> Emê li ser xortimê wî demxe bikin
68 – 17 >> Bê guman Me wan jî ceriband wekê xweyîyên baxê ku vextê qesem dixwarin ku sibê zû wî baxê biçînin
68 – 18 >> Istisnayekî jî ne dikirin.
68 – 19 >> Hê ew xew da bûn tayfûnekî ji Rebbê te ve ser wî baxê hate lefandin
68 – 20 >> Heya sibê bû baxekî rût û rejî
68 – 21 >> Serê sibê zû ba li hev kirin
68 – 22 >> Eger hûn mehsûlê xwe ber hev dikin zû herin ser mehsûlê xwe.
68 – 23 >> Êca ku derketin rê navbera xwe da pisepis kirin
68 – 24 >> Îro lî wî derê nehêlin tû miskînekî yanê hewcedarekî bêne ser serê we
68 – 25 >> Zû çûn û xwe ji bo manî bûnê qadîr yanê dikare dîtin
68 – 26 >> Vextê wan wî derê dîtin gotin bê guman mê rê şaş kirîye
68 – 27 >> Naxêr! Em mehrûm mane.
68 – 28 >> Ji wan yê kû xweyferaset yanê yê serwext got ma min ji we ra ne got Xweda yê xwe jî bihesibînin.
68 – 29 >> Gotin Sibhanî yanê ji hemû kemasîyan paqijî Rebbê me bi rastî kesên zalim em bûne
68 – 30 >> Îdî qebûl kirin û hinek ji wan li hinekan gazin û lome kir
68 – 31 >> Gotin wey li me!Bi rastî em taxîn yanê kesên ji hedê derketî bunê
68 – 32 >> Belkî Rebbê me ji wî xertir bide me em îdî tenê Rebbê xwe ra rexbet dikin yanê hemû karên xwe da pêşî gotinên Wî tînin bîra xwe
68 – 33 >> Ezab wihaye lê ezaba axîretê pir mezine xwezî ew jî bielimîna yanê bizanîna
68 – 34 >> Bi rastî mutteqîyan yanê xwe parastîyan ra li cem Rebbê wan cenetên neîm yanê nîmetan heye
68 – 35 >> Ma Em qet misilman û micriman yanê gunehkaran wekî hev dikin?
68 – 36 >> Ma bi we çi bûye? Hûn çawa hukim didin?
68 – 37 >> Yan jî ji bo we kîtabekî heye ku hûn ji wî ders digirin?
68 – 38 >> Bi rastî jî qê nav wî da we çi ji bo xwe bijartîye ew heye
68 – 39 >> An jî qê we sozekî ji me heta axîretê bighêje hilanîye ku hûn çi hukimê bidin ê we ye
68 – 40 >> Bi pirse ji wan ka kî jiwan ji wî ra kefîle
68 – 41 >> An jî ku şirîkên wan heye eger sadiqin yanê pişt soza xwe ne bila gazîyê şirîkên xwe bikin
68 – 42 >> Roja çîpên wan kifş dibe yanê rastî derdikeve holê ew ji bo secdê têne dawet kirin lê nikarin
68 – 43 >> Tirs tijî bûye çavê wan û nav halekî zelîlî yanê perîşan dane bi rastî gava halê wan salîm yanê li cî jî bo ew ji bo secdê dihatin gazî kirin
68 – 44 >> Wan kesên vî Hedîsê dikezibîne yanê diderewîne ji Ma bihêle Em ê wan ji cîyekî ew neelimîne yanê hê nizanin hedî hedî biqefilînin
68 – 45 >> Naha molet didim wan birastî qeyda Min yanê girêdana min saxleme
68 – 46 >> An jî tu ji wan ucretekî taleb dikî û ew jî ketine bin deynekî giran
68 – 47 >> An jî xeyb yanê tiştê ne dîyar li cem wane qê ew dinivisînin
68 – 48 >> Îdî ji bo hukmê Rebbê xwe sebir bike û ne be wekî xwedîyê masîyê ku ew wextekî bi dilekî xemgîn nîda yanê hewar dikir
68 – 49 >> Heke nimetekî ji Rebbê wî negihaştîya wî tê ew lome lê kirî bihata avêtin çolekî
68 – 50 >> Feqet Rebbê wî wî bijart û kir ji salihan yanê baş û qencan.
68 – 51 >> Û bi rastî ew kesên kafir wextê Zikrê seh dikirin dixwestin ku te bi çavên xwe wergerînin û digotin ew mecnûne
68 – 52 >> Lê ew tenê Zikrekîye ji bo aleman

Wateya Fireh Kurdî[edit]

68 – 1 >> Nûn!sond li pênûsê û tiştê rêz bi rêz bi pênûsê hatiye nivisandin.
68 – 2 >> Saya qencîya Rebbê xwe tu ne cin pê ketî yî yanê ne mecnunî.
68 – 3 >> Bêguman ji bo te xelatekî bêdawî heye.
68 – 4 >> Û bi rastî tu li ser afirandinekî herî mezin hatîyî afirandin.
68 – 5 >> Di demekî nêz da tu bibînî helbet tê ew jî bibînin.
68 – 6 >> Kanê ka kî ji we ye şaşwaz?
68 – 7 >> Bi rastî tû guman tûne Rebbê te baş dizane ku ka kî ji we ji rêya Xwedê ji bo we xas kirîye û kirîye rêya rast derketîye û dîsa bê guman Rebbê te baş dizane ka kî ji we ser wî reya raste
68 – 8 >> Îdî guh nede wan kesên derewkar, berbayê wan nekeve
68 – 9 >> Ew ji te ra rûnkerî dikin dixwazin ku tu jî bi wan ra bi nermayî derbaskî pê xwestekê wan ve biçî û gotina wan bikî
68 – 10 >> Guh nede wan hemû zêde sond xwarên bêrûmet berbayê wan nekeve
68 – 11 >> Ew pê eyban digere ku li mirovan lome bike û ji bo peyvgerîyê dimeşe
68 – 12 >> Ji qencîyê ra astengî dike, erîşkare û bazdarê neqencîyêye
68 – 13 >> Zordare piştê wana jî bêesile
68 – 14 >> Ji ber ku bûye xwedî sermaye û zarokan
68 – 15 >> Dema jê ra ayetên me tê xwendin dibêje ew çîrokên mirovên berîne
68 – 16 >> Ji ber vî quretî û poz bilindîya wan Emê wan ji ser pozê wanê bilind dax bikin
68 – 17 >> Qet guman tûne ku Me wan jî bi belayekî ceribandîye wekê Me bi belayekî wan kesên xwedîyê baxçeyê ceriband ku wan wê gavê digot tê em ê sibê zû hêja kes şîyar nebûyê fêkîyên wî baxçe berhev bikin.
68 – 18 >> Ew ji xwe ew qas bawer bûn ku tû îhtîmalekî yanê reyekî din jî ne dihiştin
68 – 19 >> Lê gava ew hê xew da bûn ji alîyê Rebbê te babelîskekî hate şandin ser wî baxçê
68 – 20 >> Heya sibê babelîskê baxçê kire wekê baxcekî bê berhem yanê ma rût û rejî
68 – 21 >> Ew jî ser bîryara xwe serê sibê şeveqê rabûn û gazîyê hev kirin
68 – 22 >> Û ji hev ra gotin dê hadê heger hûn dixwazin berhemên xwe ber hev bikin zû herin ser berhemên xwe
68 – 23 >> Ketin rê û çûn lê li rê da bi dengekî nizm dizîkan ve peyîvîn
68 – 24 >> Û gotin hev îro wî baxçeyê da nehêlin tû hewcedarekî bila nêzikî we bibe
68 – 25 >> Û xwe ji bo biryara ku dane; fêkîyên vî baxçê kom bikin û tû hewcedarê jî nêzikê xwe nekin, dikare dîtin(Yanê xwe vî biryarê dikarin bînin cî dîtin) û zû çûn.
68 – 26 >> Lê kengê wan wî baxçeyê rût û rejî dîtin wê çaxê gotin ew ne baxçeya me ye bê gumane ku me rêya xwe şaş kir û em xelet hatin ew ne ya me ye.
68 – 27 >> Gava ku zanîn ku ew baxçe baxçeya wane wê çaxê gotin; Naxêr! Em bêpar mane
68 – 28 >> Di nav wan da kesa ku serwext got min ji we ra ne got gava we planê yanê amadekarîyê çedikir we Xwedayê xwe nehesiband û bîrkir(Yanê we gelebe Xwedayê xwe jî bihesibanda û vî karê ne rast nekira)
68 – 29 >> Gotin Sibhanî yanê hemû kemasîyan paqijî û her tim hêjayê hesibandinê tenê Tu yî Rebbê me bi rastî me karekî xelet kir û em bûne ji kesên zalim
68 – 30 >> Gava qebul kirin vî rewşê êca hinek ji wan li hinekan destpê lome û gazinan kir
68 – 31 >> Gotin ew rewşa ku em têda bûn tû rewş ne bûye xwelî li serê me!Bi rastî jî em berîya vî kesên ji rê derketî bûne lê haya me ji me tûne bûye
68 – 32 >> Hevî ya me ew e kû Rebbê me ê ji wî xertir bide me ji niha şûnda em hemû karên xwe da tû caran Rebbê xwe ji bîra xwe dernaînin îdî hemû hevî û daxwazên me tenê ji Rebbê me ye
68 – 33 >> Wêca ezaba vî dinyayê wihaye lê belê ezaba dinyaya din ji wî herî mezintire eca xwezîka wan vî dinyayê da ji kesên vî rastîyê zane bûna
68 – 34 >> Bi rastî ji bo mutteqîyan (vî mijarê kesên rizqê Xwedayê wî dide wî par dike û parekî dide miskînan (feqîr û belengazan)) li ba Rebbê wan bihiştê neîm (bi nîmet (ter û tijî xwarin û wexwarinê)) heye
68 – 35 >> Erê gelo ma qê Em misilman û gunehkaran wekî hev bigirin?
68 – 36 >> Ma çi bûye bi we hûn çi difikirin û çawa biryaran didin?
68 – 37 >> Qê li ba we pirtûkekî heye û hûn wan biryaran ji wî hîn dibin û didin
68 – 38 >> Bi rastî jî qê nav wî pirtûkê da we çi bijartîye, xwestîye hemû ji bo we heye
68 – 39 >> Yan jî gelo qê we heya roja piştdawîyê bidome sondekî ji Me girtîye ku hûn dikarin dermafê xwe da her biryarê bidin
68 – 40 >> Vêca bi pirse ji wan ka kîjan ji wan ji wî sondê ra mîsogere yanê kefîle
68 – 41 >> Qê di vî karê da hevkar û piştîgirên wan heye heke ku rastîyê dibêjin bila wan hevkar û piştîgirên xwe bînin
68 – 42 >> Wê roja ku perde ser rastîyê tê rakirin û rastî xuya dibe ji wan ra, ew ji bo secdê têne gazî kirin lê hêza wan têrê nake ku secdê bikin
68 – 43 >> Ew roj çavê wan di tirsê da mane rewşa wan jî ne rewşekî xweşe rewşa wan rewşekî perîşan û xirabe lê belê ew gava rewşa wan li cî jî bî ji bo secdê dihatin gazî kirin
68 – 44 >> Wan kesên ji vî Peyamê(Hedîsê,Quranê,gotinên rastîyê) ra dibêje derewe ji Ma bihêle Em ê wan ji cîyekî ew pê nizanin û pê nehesin gav bi gav hêdî hêdî biqefilînin
68 – 45 >> Ez naha demekî hindik dideme wan lê belê qeyda Min yanê girêdana Min herwiha amadekarîya Min herî saxleme
68 – 46 >> An jî ma qê tu ji wan dayînekî yanê ucretekî, destmafekî dixwazî ku ew jî nikarin bidin û bin barê deynê da dimînin
68 – 47 >> Yan jî gelo qê xeyb yanê tiştê ne dîyar li ba wane qê ew wî dinivisînin (helbet li ba wan nîne û helbet ew na nivisînin)
68 – 48 >> Ji ber vê yekê ji bo biryara Rebbê xwe bêhna xwe free bigre û ne be wekê xwedîyê masîyê(Yunis) û wî wextekî bi dilekî şewitî hewar û gazî dikir
68 – 49 >> Vê gavê alîkarîya Rebbê wî ne bîya bê guman ew di rewşekî pir pir nexweş her wuha şermezar kirî yan jî sûcdar kirî da tê bihata avêtin nav erdekî pir nexweş çol û beyar
68 – 50 >> Lêbelê Rebbê wî wî hilbijart(hewar û gazîya wî yê bi dilekî şewitî bihîst û alîkarî da) û wî kir ji salihan yanê baş û qencan.
68 – 51 >> Û bi rastî ew kesên kafir yanê bêdîn gava ku vî Zikrê (Peyamê,Quranê) dibihîstin hema hema tê te bi çavên xwe wergerandin û ji bo te digotin ew cin pê ketîye yanê mecnûne
68 – 52 >> Lê belê ew ji bo aleman yanê hemû cîhanan Zikre(Peyame,Qurane) ji xeynî wî jî ne tiştek dine.

Çavkanî[edit]

www.watewatedar.wordpress.com
https://watedar.com/

Sûreyê Din[edit]

Wateya Qurana Pîroz
Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî