1 Sureya FATÎHE an Ferkera DESTPÊK

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Wateya Herî Kurdî[edit]

1 – 1) Bi Navê Xwedayê Dilovanê Dilovîn.
1 – 2) Hemû pesindan û spasî ji bo Xwedayê Rebbê aleman.
1 – 3) Dîlovanê Dîlovîne.
1 – 4) Xweyê roja dînêye
1 – 5) Em tenê ji Ta evdî dikin û tenê ji Te dixwazîn
1 – 6) Me bigheyne reya rast
1 – 7) Rêya kesên xweşxwazîya Te ser wan ne kesên xişm ser wan û ne rêşaşan

Wateya Nêzî Kurdî[edit]

1 – 1) Bi Îsmê Ellahê Rehmanê Rehîme.
1 – 2) Hemd ji bo Ellahê Rebbê aleman.
1 – 3) Rehmane Rehîme.
1 – 4) Malikê roja dînêye
1 – 5) Tenê ji Ta ebdî dikin Û Tenê ji Te alîkarî dixwazîn
1 – 6) Me bigheyne sirata mustekîym
1 – 7) Rêya kesên nîmeta Te ser wan ne ku xedeb ser wan û ne rêşaşan

Wateya Fireh Kurdî[edit]

1 – 1) Bi Nave Xwedayê Dilovane ku li dinyayê dilovanîya Wî li herkesîye û Dilovîne ku li axîretê Dilovanîya Wî tenê ji bo bawermendane.
1 – 2) Çiqas pesindan û spasî hene hemû ji bo Xwedayê Rebbê cîhanan ra.
1 – 3) Dilovane ku li dinyayê Dilovanîya Wî li herkesîye û Dilovîne ku li axîretê Dilovanîya Wî tenê ji bo bawermendane.
1 – 4) Xweyê roja dînê ye (Hesab dîtin û ceza yan xelat danêye)
1 – 5) Em tenê Te dihebînin Û tenê ji Te alîkarî hîvî dikin
1 – 6) Berê me bide ser reya rast
1 – 7) Rêya wan kesên ku Te nîmet daye wan ne ew kesên xişm ser wane û ne jî kesên rêşaşkirîye

Çavkanî[edit]

https://watedar.com/

Sûreyê Din[edit]

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî
Wateya Qurana Pîroz