105 Sureya Fîl an Ferkera Fîl

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Wateya Herî Kurdî[edit]

105 - 1) Qê te ne dît Rebbê te çawa kir ji xweyîyên fîl
105 - 2) Qê xapa wan ser şaşîyê çênekir
105 - 3) Û şande ser wan çûkên ebabîlê
105 - 4) Kevirên ji herrîya pijiyayî diavêt ser wan
105 - 5) Êdî wan çêkir wek belçimê kirman xwarîye

Wateya Nêzî Kurdî[edit]

105 - 1) Ma te ne dît Rebbê te eshabên fîl ra çi kir
105 - 2) Ma çênekir qeyda wan ser delaletê
105 - 3) Û şand ser wan da Teyrên ebabîlê
105 - 4) Kevirên ji sîccîlê diavêt ser wan
105 - 5) Êdî çêkir wan wek pelên kirman xwarîye

Wateya Fireh Kurdî[edit]

105 - 1) Ma qê te ne bîhîst ku Rebbê te anî çi halê wan xweyîyên fîlan
105 - 2) Ma qê amadekarîya wan ji bo wan berepaş çênekir
105 - 3) Çûkên ebabîl(ref bi ref) ser wan da şand
105 - 4) Kevirên ji axesorka pehtî ser wan da diavêt
105 - 5) Êdî wan çêkir wekê belgên kirman xwarîye

Çavkanî[edit]

https://watedar.com/

Sûreyê Din[edit]

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz