102 Sureya Tekasur an Ferkera Xwesteka Zêdekirinê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Wateya Herî Kurdî[edit]

102 - 1) We xwe bi pirkirinê mijûl kir
102 - 2) Heta hûn çûne goristanê
102 - 3) Naxer! di nezik da hûn ê bizanibin.
102 - 4) Dîsa naxer! di nêzik da bizanibin
102 - 5) Naxer! heke hûn baş bizanibin
102 - 6) Bêguman hûnê dûjehê bibînin
102 - 7) Dîsa bêguman hûn ê wî bi çavekî nêzik bibînin
102 - 8) Dîsa bêguman hûn ê bên pirskirin ew roj ji qencîyan

Wateya Nêzî Kurdî[edit]

102 - 1) We xwe bi xwesteka zedekirinê meşxul kir
102 - 2) Heta we qebran jî zîyaret kir
102 - 3) Na! nêzda hûn ê bielimin.
102 - 4) Pişt re na! nêzda hûnê bielimin
102 - 5) Na! eger hûn bi ilmekî yeqîn bizanibin
102 - 6) Bêguman hûnê cehnemê bibînin
102 - 7) Pişt re bêguman hûn ê wî bibînin bi çavekî yeqîn
102 - 8) Pişt re bêguman hûn ê bên pirskirin ew roj ji nîmetan

Wateya Fireh Kurdî[edit]

102 - 1) We xwe bi hezkirina zedekirinê xapand
102 - 2) Heta hûn ji bo hejmartina mirîyan çûne ser goran
102 - 3) Naxer! hûn di demekî nezik da bizanibin.
102 - 4) Paşî dîsa naxer! hûnê di nêzik da bizanibin
102 - 5) Naxer! ger we rastî bizanîya bi zanînekî bêguman
102 - 6) Tê hûn wî dûjehê bêguman bibînin
102 - 7) Paşî dîsa bêguman hûn ê wî bi çavekî bêguman bibînin
102 - 8) Paşî dîsa bêguman hûn ê bên pirskirin ew roj ji qencîyan

Çavkanî[edit]

https://watedar.com/

Sûreyê Din[edit]

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz