100 Sureya Adiyat an Ferkera Bezvan

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Wateya Herî Kurdî[edit]

100 - 1) Sond li bezîna bi hilke hilk
100 - 2) Û çiriskên vedayî
100 - 3) Û erîşên serê sibê
100 - 4) Ku bi wî tozê radikin
100 - 5) Ku bi wî dikevine navberê koman
100 - 6) Bi rastî jî mirov ji rebbê xwe ra pir nankore
100 - 7) Û bi rastî şahîdê wana jî ew bi xwe ye
100 - 8) Û bi rastî ew hezkirina serwetê da dijware
100 - 9) Ma qê nizane gava bê rakirin tiştê nav goran da
100 - 10) Û tiştê nav singanda jî bê eşkere kirin
100 - 11) Bi rastî ew roj rebbê wan ji wan agahdare

Wateya Nêzî Kurdî[edit]

100 - 1) Sond li bezvanên hilkehilk
100 - 2) Û agirên belav kirî
100 - 3) Û erîşên sibê zû
100 - 4) Ku bi wî tozê radikin
100 - 5) Ku bi wî dikevine navberê cemaetan
100 - 6) Bi rastî însan li rêbbê xwe ra pir nankore
100 - 7) Û bi rastî ew ji bo wana şahide
100 - 8) Û bi rastî ew hezkirina xêrê ra şedîde(yanê dilê wî xêrê naxwaze)
100 - 9) Ma edî ne elimîye vextê bê deranîn tiştê nav qebran da
100 - 10) Û tiştê nav singanda bê dîyar kirin
100 - 11) Bi rastî ew roj rebbê wan ji wan xeberdare

Wateya Fireh Kurdî[edit]

100 - 1) Sond li bezvanan gava bi hilkehilk dibezin
100 - 2) Bi wî avayê çirisk vedidin û direşînin derdorê xwe
100 - 3) Û erîşan dibin ji nişke ve
100 - 4) Ku toz û dûmanê radikin
100 - 5) Ku bi wî dikevine navberê komên dijminan
100 - 6) Bi rastî jî mirov ji rebbê xwe ra pir nankore
100 - 7) Û bi rastî şahîdê wana jî ew bi xwe ye
100 - 8) Û bi rastî ew hezkirina serwetê da pir mereqdare
100 - 9) Qê edî nizane gava bê vejandin û deranîn tiştê nav goran da
100 - 10) Tiştê mirov nav singê xweda vedişêre ê derkeve holê
100 - 11) Bi rastî di vî rojê da rebbê wan agahdare ji wan tiştê ku wan kirîye

Çavkanî[edit]

https://watedar.com/

Sûreyê Din[edit]

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz