Zingil

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Zinge zinga zingilê min vaye dîsa deng veda
Dengê doza welatê min dinya girt û berneda
Peyman soza mêrane ges dikin buhara me
Xebata qîz û lawana newroz adara me
Nîsana yekbûna meye newroza kurdên keles
Bi yekbûna van gulaye ev buhara xwes û ges
Zinge zinga zingilê min xwes hawar û gaziya
Awaza vê zinge zingê ji ferhenga qazîye