Zembîlfiroş

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Zembîlfiroş
by Mela Huseynê Bateyî

Ey dil were dîsan bicoş
Carek ji caran mey binûş,
Bikin qiseta Zembîlfiroş,
Da seh bikin hikayetê.

Zembîlfiroş lawkê rewal bû,
Bi kilfet û ehl û eyal bû,
Husnekî Usiv Lili bal bû,
Heq rizakê Qismatê.

Qewîn ew lawê fakîr bû,
Daymê Xwedê Debîr bû,
Pêşê xwedê Jêr bû,
Ew bi dest hebû sene’etê.

şixulê wî selik û tebeq bû,
Qîmata selkan ereq bû,
Dayîma ew rast heq bû,
Pê debirî kilfetê.

Ew bi dest zembîl bi dest,
Dibirê bazarê bi qesd,
Xwarin nan dihat bi dest,
Razi dibû qismetê.

Her dema selkan ku tîne,
Xatûnek Jorda Dibîne,
Bi dil û can dihebîne,
Dil kete pêla muhbetê.

Muhbetê keç mubtela kir,
Sir ji carîya Eşkera kir,
Lawukî qalbim cuda kir,
Min ji aşqa xew ne tê.

Law rast bû Bi xwedê ra,
Pir ji wê qenca dikêra,
Go min ji te navê tu zêra,
Tu min xilaskî ji zahmetê.

Xatûn dibê ev xeber tunîne,
şerm meke, were nav nivîne,
Min bi te day evîne,
Da em bibînin heşmetê.

Law dibê tirsim ji xebere,
Dev hereme, têne riyare,
Agirek bi wanda dibare,
Narî cama şerbetê.

Xatûn dibê tu lawê beyanî,
Lew dibêm da tu bizanî,
Min tu ji bo dilê xwe anî,
Da em bikin misilhetê.

Law bi xatûne ra debetê,
Tu mixazîya dil devete,
Dayn ji heq nekin vehetê,
Rû spiyin di axretê.

Xatûn dibêje bavêje xeyalan,
Were ser doşek û palan,
Bihn ke zulf û xalan,
Law dibe zilfê herîr e.

Law dibe zilfê herîre,
Pîroz be lawê mîre,
çihede lawê feqîre,
Tev bide vê misilhetê.

Xaûn dibê lawê verêvan,
Were nav reyhan û sêvan,
Tu şekir bimêj bi herdu lêvan,
şibhê cama şerbetê.

Law bidê tu qenca temamî,
Her wekî şekir di camê,
Bi ser û peyan tu li min heramî,
Tirsim ji roja axretê.

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse