Zemano

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ev çi rîse ev çi sas e
Ya me berda, ya bi teras e
Ev çiya perdaye pas e
Hoy zemano lo zemano!
Hoy bê bexto lo zemano!
Ez biçûkim nû ciwan im
Pir bi van êsan nizan im
Le ji wan ez dil giran im
Wer me bêje ez siyarim
Wek bi zotim pêt u arim
Ez di vî warî li karim