Yare

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Bihar nayê tim payîz e li nav baxê min
Sal mina pelan hatin xiwar ji dara emrê min
Felekê ez gerandim anîm dawiya emrê min
Yarê yarê yarê tu yi sebeba min
Lê dîsa tu yî ,di vî dilî da
Bûyî xwin digerî di vî canî da
Ferhad im, ez çîyan kolim ka sîrînr min
Siyabend im bi çolan ketim tune xeca min
Bexte memê alan te anî serê min
Yarê yarê yarê tu yî sebeba min
Hatim dinê dîsa diçim tu bûy yara min
Te ne sa kîr , ne ji kustim, kul kir dilê min
Tenê rojek te nepirsî çî ye halê min
Yarê yarê yarê tu yî sebeba min