Yar Were

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Yar Were
by Ceferqulî Zengêlî

Yar were ser xakê min, mezarê min billivîn
Wê bejn û balê re'na we Nekîran binimîn
Je serî wan biwe hûş, je wan bistîn eql û dîn
Hesawê le min girtî, je wan hilgir bidirîn
Hînga dade destên min, je bin xakê bikişîn
Ta qudretî Xudawend, biwînin le rûy zemîn
Je husn û cemalê te, xewer biwine asimîn
Le ser serî min bise, mest û mestane dîlwer


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.