Xo Dezanin Sulaley Ekrad
Xo dezanin sulaley ekrad
Lêre we bigre ta degate Qubad
Hemû ‘alîm, hemû şêx û mîr in
Zîrek û jîr û ehlî tedbîr in
Wesetî panî pazde roj rê ye
Pirr le reşmall û xanew û dê ye
Be dirêjî le qaf ke raburdin
Ta be şîraz û Esfehan kurd in
şehsewar in, pîyadeyan aza n
Berdî nîşan û kullkî meydan
Dan û bexşînan le la baw e
Xûnî meydanyan le kin aw e
Be şeca’et hemû weku Rostem
Be sexawet hemû weku Hatem
Le wefa Simweîl û îsma’îl
‘Ehd û peymanyan çiyay Qendîl
Gurdî şaname pakyan kurd e
Kafî em safe kafî ew wirde
Le şerra zor def’e qewmawe
Romîyanyan çi lon cewab dawe
Hacî demirê le dax û haware
Kurdî bêçare debine aware
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.
Public domainPublic domainfalsefalse