Xema Işqê Perêhtim Ez

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Xema Işqê Perêhtim Ez
by Melayê Cizîrî

Xema 'işqê perêhtim ez
Hebîba xemrevîn kanî
Seraser têk behêtim ez
Ji derdê ferq û hicranê

Firaqa dilbera rend e
Behêtim herwekî find e
Misilmanek dirê min de
Xeber bit balê sultanê

Xeber bit bal şekerxayê
şepal û xob û zîbayê
Ko mîr e belk-i bîr nayê
Esîrik wê di zindanê

Esîr im lerze û tavê
Mi taqet vê ne perwa vê
Di hebsa wê qe min navê
Bikim firyad û efxanê

Mi navêt ez bi firyad kim
Li zulma dilberê dad kim
şehê dê şubhê Ferhad kim
Bidim rûhê ji kovanê

Ji kovana te şîrînê
Dinalim şubhê goyînê
Dirêjim hêstirên xwînê
Wekî tavê di baranê

Wekî berqa biharî ez
Ji dest çeşmên xumarî ez
Dikim firyad û zarî ez
Meger carek kî ihsanê

Tu pir ihsan û xweyrehm î
Li derwêşan abê xeşm î
çi bîtin ger bi nêv çeşm î
Nezer kî tu li astanê

Li min pirsek bi dildarî
Dibit hempayê dîdarî
Vewesta yim di ferwarî
Li 'ebdê xwe ke fermanê

Di fermanê vewesta yim
Di benda xidmetê da yim
Wekî goy bê ser û pa yim
Heman lê dî tu çewganê

Li ber çewgan û kaşoyan
Ji derba tirk û hindûyan
Dibazim herwekî goyan
Dema ew têne meydanê

Dema ew tên bi bazî tên
Digel qewsên şîrazî tên
çi mûkarin di tazî tên
Bi de'wa têne lêkdanê

Bi de'wa tên me yexma kin
Di 'amê şûr û xewxa kin
Suwaş û fitneyan rakin
Bi şîr ew têne talanê

Du talançî di meşhûr tê
Ji me'den 'eynê kafûr tê
Di têkil zulmet û nûr tê
Me kufrî dî di îmanê

Me kufrî dî di islam bê
Ji şerqê zulmet û şam bê
Ji zulfan 'enberê xam bê
Kinarê xal û nîşanê

Du zulfê 'enberefşan in
Du le'lê şekkerestan in
Du çeşmê sihrifettan in
Dilê min wan xedeng danê

Dilê min wan xedeng lê da
Di birca roz û şeb tê da
Li selwa mar livîn pê da
Bi mestî hate seyranê

Li selwê mar bi lef hatin
Di bircan tîp bi şef hatin
Ji batin tîr bi xef hatin
Ji berbenda girîbanê

Ji berbenda niqaba wê
Li ber fetla 'işaba wê
Cemala mahitaba wê
Mi bedrek dî di seywanê

Heyîv bû ew di zulmatê
Dixwim şondê bi ayatê
Ko nûrê da semawatê
Esed hat rast-i mîzanê

Qemer hat rast-i perwînan
Ji bo xemlê şemal înan
Me nêrgiz dîn di nesrînan
Di nêv baxê gulistanê

Di baxê min medam dil tê
Cinesrî w sosin û gul tê
Binefş û terh û sinbil tê
çevîn ser şubhê reyhanê

Li dêmê sinbilan ser dan
çevîn ser sosin û werdan
Li mahê 'eqreban ger dan
Di ser da ab-i heywanê

Ji 'işqê lew Mela xest e
Ji herfa badeyê mest e
Ji hoş û 'aqilî rest e
Li der goşên di meyxanê


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.