Wucûda Wî Eyne Ji Bo Zatê Wî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Wucûda Wî Eyne Ji Bo Zatê Wî
by Mele Xelîlê Sêrtî

Wucûda wî 'eyne ji bo zatê wî,
Ne ewwel ne axir ne zidde ewî.

Ne misl û zehîr û wezîr û mekan,
Ne mani' mûîn û cîhat û zeman.

Ne cism û ne cewher ne nûr û 'erez,
Ne zû lewn û mîqdar û şikl û merez.

Ne ewlad û zewcet, ne bab û ne da,
Ne hemkûf û mewt û zewala Xweda.

Nusûsê ku dalin li şola muhal,
Muewwel-ke mespêre ehlê delal.

Ji nefsa te nêzîktirînê teye,
Xebîrê bi efal û qewlê teye.

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse