Were Dotmam

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Were Dotmam
by Celadet Alî Bedirxan

(Ji Haco axa re...)

Dotmam welê ye,
heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.

Ez pîr bûme.
Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne.
Qurma bedena min çil Zivistan dîtine.
Bi sedan ba û bahosan ew hejandine,
bê hejmar berf û baran tê re çûne.

Herwekî dibêjin ciwanî bizaniya pîrî bikariya.
Lê pesn ji Xwedê re ko hêj ewçend ne pîr im ko nikarim.

Wekê ez jî ciwan bûm,
simbêl hêj nû avêti bûn ser lêvên min,
dilê min bi hevîniya delalan hildavêt,
hon ne yek, ne dudo, ne deh, ne bîst bûn.
Kej û gewr, esmer û genimî,
bejnbilind û navîn, kinên we jî hebûn.

Hon hemî ji min, ji me re bûn.
Me kîjan bixwesta,
ne ewê, ne mamên me, ne digotin no.
Lê min, me hemîyan nizanî bûn.
çavên me bi we,
bi bedewîya can û giyanê we ne diket.

Me dev ji we berda bûn.
Yekî biyanî dihat, hon dixwestin.
Me ji xwe re ne dikir namûs.
Hon dibirin.
Hon bêqedr dikirin.
Di rêzika dinyayê de hon tayih dibûn.
Ev ne sûcê we, lê yê me bû.

Hon di gulistana mala me de gul û bişkojin bûn.
Baxvan û dîdevanên we em bûn.
Bihna we a xweş,
rengê we ê geş û birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn.
Em pê ne dihesiyan.
Me ew ne didîtin

Yek dihat,
destê xwe drêjî we dikir, hon diçinîn, dibirin.
Pêde welê bû.
Hon, gulên gulistana me dihatin çinîn,
me guh ne dida, em pê bendewar ne dibûn.

Rojekê, me hew dît, gulistan bê gul,
daristan bê bilbil maye.

Em di himbêza jinên biyanî,
hon di bin çengê mêrên nenas de.

Bi vî awayî me xwerûtîya tovê mala xwe,
tovrindîya malbata Azîzan winda dikir.

We zaro dianîn, li me, li xwalên xwe dihatin.
Merd, cwanmêr, xweyrûmet.
Ji bavên xwe re namûs dikirin.

Zarowên me li xwalên xwe dihatin.
Xwalên wan kurên kê?
Ji kîjan ra û nijadî?
Ji kîjan mal û malbatê?

Wan navên me hildigirtin.
Yên we ko ji zikê mala me derdiketin li ser dra bavê xwe şîn dibûn.

Herê dotmam, keçmama çeleng, tu çûyî, hon çûn.
Em di destê jinên biyanî de,
hon di bin rikanê mêrên nenas de.

Zarowên we xwarzîyên me ne.
Lê ne xwarzinen adetî.
Li şer xwal û xwarzî.
Lê ne xwarzîyên me.
Ji ber ko ne ji nijadê me ne,
xerîbî wî nijadî ne.
Carin hene,
neyarên wî nijadê pak in jî.

Belê li şer xwal û xwarzî.
Xwal û xwarzî li rex hev,
berê wan li armancekê şer dikin.
Xwarzîyên me li me radibin.
Berê wan li berê me ye.
Em armanca wan, ew armancên me ne.
Heçko em ji hev re polik in.
Bi destên hev, di destên hev de dimirin.

Dotmama delal,
ma ne heyf e,
xwîna zikê te bi xencera min bête rêtin.
Ma ne mixabin e,
kekên te bi berikên berê zikê te bikevin...

No! no! dotmam, heyranîya pismam,
êdî bes e,
hew bibe jina xelkê,
bes bibe dêya nekurdnijad,
vegere were himbêza pismamê xwe,
paxila kurmamê xwe.

»Vegere« ev ne gotinek rast e.
Em nikarin ji te re bibêjin »vegere«.
Ji ber ko tu ne çûyî, me tu rêkirî.
Me bi destên xwe tu hinartî mala xelkê.

Himbêza xwe veke ez ji te re têm.
Min himbêz bike.
Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike.

Dotmam, min ji te re got ez pîr bûme.
Lê pîrîyê ez hişyar kirim.

Buhar ciwanî ye, Zivistan pîrî.
Zivistan piştî buharê têt.
Di Zivistanê de Buharinen veşartî hene.

Herê dotmam were,
xwe berde himbêza pismamê xwe.
Ezê ji te re,
ji Zivistana xwe a sar Buhareke germ çêkim.

Were dotmam,
heyranîya pismam were,
xwe di germîya dilê min ê ciwan û ciwanîya min a kevn de bigermîne.

Were dotmam were,
ez stûna heyîna te a stiwar im,
tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.

This work is created in Syria and is now in the public domain there because its term of copyright has expired pursuant to the provisions of Law No. 12/2001, Syria's first ever copyright law. This work meets one of the following conditions:

  • Article 22 - "The author shall be entitled to his copyrights for his lifetime and fifty years thereafter. If the work is a combined effort of more than one author, then the copyrights are entitled for the lifetime and fifty years after the death of the last author party of the work."
  • Article 23 - "The work published without mention of the author or with the mention of a pseudonym shall be entitled to the copyrights for fifty years as of the date of the first legitimate publication. If the identity of the author is revealed or doubts are no longer valid as for specifying the same before such period lapses, the copyrights shall be applied as per the provisions of Article 22 of the law herein."
  • Article 24 - "Protection of audio - visual, broadcast, televised or cinematography work shall be enforceable for fifty years as of the date of producing the work."
  • Article 25 - "Photographic, fine arts or plastic arts shall be enforceable for ten years as of the date of producing such work."

Public domainPublic domainfalsefalse