Were Canim

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Were Canim
by Melayê Cizîrî

Were canim ko çi nazikweres în
Ji gul û nesterînan em te bes în

Tu şehinşahê besî min ji butan
Ne muhib her ne kes û xar û xes în

Ji xweh xanim vedînakî me bi tîx
Tu nebat î we li teb'ê meges în

Her şevem ne'rezenan ta bi seher
Be segê koyê tu ra hemnefes în

Bê tu billah nebûyîn yek nefesek
Me tu yî rûh û mucerred qefes în

Cezbe dil radihejînit ji me lew
Di şevan nale ji rengê ceres în

Me ji zulfên di butan reştir e bext
Seheran tête perî pê nehisîn

Were meyxaneyê şahidperesan
şem'ê te er ne biêsîn çi kes în

Me ji narî diye nûra te di dil
Lew ji 'işqa te her ateşperes în

'Eynê 'işq în û di dil ateşê tor
Ji sena berqê cemalê qebes în

Te divê dawê birî bit nihe da
Bibirim ser bi du enguşt meqes în

Gerçi yekser li rexên fîl-i sifet
Rast û çep bazî li seyr-i feres în

Bi meyê şafî bidîn xerqeyê zerq
Bi xerabatê muxan er biresîn

Em qedîm bade dinoşîn ji tuhûr
Lew muqîm mest û xumar û teles în

Me şevan cam di kef û yarê di ber
Hey hey û suhbet û mîrê 'eses în

Me sera perdeyê horan e meqam
Ji siya zulfê butan er verisîn

Qelbê e'yan dikirit hub we wucûd
'Işqê iksîr e we em sîm û mes în

Mulhimê xeybê weh imla dikirit
Meded û feydê ji rûhu l-qudus în

Cewherê 'alî ye 'unşur me Mela
Bi-l-heqîqet ne j’ xewar, estuqus în

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse