Umrê Dayi Bû Me (Ebes)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Umrê Dayi Bû Me (Ebes)
by Melayê Cizîrî

'Umrê dayi' bû me bê dilber 'ebes
Wey tevê 'umrê me borî ber 'ebes

Dil emanet da bi naehlan nedî
Lê bi naehlan me da gewher 'ebes

Da di seyra 'işqê bê dilber neçî
Lê dibit seyra te bê dilber 'ebes

Pir di pê weslê me se'y û cehde da
Cehde û se'ya me hatin der 'ebes

Ah-i wê kuştim bi derba xencerê
Ma di mîlakê diret xencer 'ebes

Dil ji derba kaşowan bû parepar
Goy di meydanê dibit sed ker 'ebes

Mehdera vî suxte'î îro bikin
Ez dibêjim nabit ev mehder 'ebes

Kifş e me'na kî li lewhi-sîm-i dî
Nuqte'ê misk û xetê 'enber 'ebes

Da Mela hişyar-i bî lê pir kesan
Sîne pir lê dane seng û ber 'ebes

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse