Tu Sehergeh (Hudûs)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Tu Sehergeh (Hudûs)
by Melayê Cizîrî

Tu sehergeh bi temaşa were bazarê hudûs
Lê te bêfa'ide azar-i nedit xarê hudûs

Da ji dil xunçelebek nazik û terdane bijîrî
Bi tebessum bi te ra bête ji gulzarê hudûs

Sed girih min di dil in lew ko çep û rast-i dikir
şahê husnê qidemê zulfê girihdarê hudûs

Bil ji sultanê qidem min bi tu iqrar-i nehin
Ger li kaba me nehin metqeb û bizmarê hudûs

Dil di deryayê qidem qaf e bi sabit qedem î
Gerçi da'im li serê ferqe me minşarê hudûs

Belko dîwar-i bi guh bin bi Xudê kî bi Xudê
Bi tu rengî nekirî eşkere esrarê hudûs

Lem'eyek ger ji kinarê qidemê pertewê dit
Dê ji ber wê se'etê mehw-i bin enwarê hudûs

Wê bi sed pencereyan daye şi'a'a qidemî
Gunbedê 'işqê li ser kursiyê dewwarê hudûs

Tu hudûsê we mebîn qenc-i nezer dê carekê
Li esasê qidemê daniye dîwarê hudûs

Here eşlê xwe we tertîba qiyasê jê ke
Ger nizanî çi ye yekcarê berê darê hudûs

Ateşê 'işqê wucûdê hel dikit şubhetê zêr
Heye mumkin nefirit zîbeqê ferrarê hudûs

Ellah Ellah ko di 'umrê xwe tu carek nebihî
çi seda tête ji vê gunbedê dewwarê hudûs

Tu ji ber perdeya wehmê were der da bibihî
çi newa tête bi sed nexme ji ewtarê hudûs

hal û musteqbel û madî di xwe da têk-i yek in
şubhê mewcûd e bi 'eynê xwe di êvarê hudûs

Rast û çep gav û se'et her li me ew datînit
Zu l-feqarê qidemê heyderê kerrarê hudûs

Rast û evraz û nişûvî me biwarin yek û yek
Lê tinê wê li me bû da'ire berwarê hudûs

Dê li qelbê me çi dit lami'eya islamê
Ko li canê xwe me xef bestiye zunnarê hudûs

Reng û jengê hedesê neqşê hudûsê me di dil
Bide ber rendeşê 'işqê ew e qeşşarê hudûs

Can li ser destê nihayî di riya canan-i da
Rûhê şef şef ko vewestane di bazarê hudûs

Dê ji xeflet biretin saya zewalê ey dil
Rûnenî da tu emanet li siha darê hudûs

Tu ji feslê here eşlê ko di vê dêra xerab
Da nebî merkebê cehlê tu di bin barê hudûs

Da nigarê xwe bi sed rengî bibînî îro
Were carek bike seyrê tu di etwarê hudûs

Tu bi halê me dizanî çi ye herlehçe Mela
Me di dil têt û diret xencerê xeddarê hudûs


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.