Tor im Bi Dil û Peyrewê Mûsa Yim Ez

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Tor im Bi Dil û Peyrewê Mûsa Yim Ez
by Melayê Cizîrî

Tor im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez
Ateşperes û nûra tecella yim ez

Barî ji »we-'ellem« ko xeberdar-i kirîn
îro tu bizan ademê esma yim ez

Inşa'ê 'ulûmê ledunî çunke mi zanî
Zanî bi heqîqet ko çi inşa yim ez

Herfên reqemê lewha wucûda mi bixwan
Da qenc-i bibînî ko çi imla yim ez

Zahir tu perîşaniya halê mi nebîn
Mecmu'ê di zatê xwe we tuxra yim ez

'Alem çi ye i'rab û hurûf û kelîmat in
Ew nuqte di nefsa xwe û me'na yim ez

Sed Nîl-i we tên û diderin qelbê me
Pê nahisihîn qulzem û derya yim ez

Tu ji nusxeya tewhîdê mexwîn ayeta nefyê
Bê aleta isbatê ko illa yim ez

Sed neql û riwayet di meya şaf-i mûyek
îro ko ji pîrê xwe bi fetwa yim ez

Peyweste tu her bang-i mekî şubhetê ney
Bê yar û mey û saz-i mi go nayim ez

Herçî te bivêtin ji me wer can bi xwe bit
Cana bike ferwar-i vewesta yim ez

Sed şîş-i li dil dane ji mihrê me Mela
Lew her bi fixan mislê ney û nay im ez

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse