Tobekar

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
please do not remove empty parameters (see the template documentation).
Tobekar
by Watedar

* * *


Ez birîna xwe digerim
Hêja cîyê xwe daye
Hêja kele
Hêja şil
Behnekî nexweş
Tamekî nexweş
Tamekî mirov dike sil
Dengekî lal
Rengekî kor
Rewşekî xwîn dike dil
Êca were bifikre
Were xwe dane cî
Barekî bê navber û bê dor
Hêstekî çiqas zore zor
Di nav bajarekî da bêkes bî
Û tijî derd û keser bî
Ha mirin hatîye te, ha tu çûyî mirinê
Ha mirin gazîyê te kiriye, ha tu bezîyî wî
Ha tu çûyî ji vî dilê
Ha ez çûme mirinê
Ha te min hiştîye tenê
Ha kêrek danîne ser vî kezebê
Çi ferq heye ka bêje
Ka ez çi bêjim bêje
Ka ez çi bêjime vî welatê
Vî bajarê vî navçeyê
Vî gundê
Êca xema kîye fîkr û ramanê min
Kî zane zimanê min
Kî fam dike ji min
Kî guh dide min
Kî gûnehê xwe bi min tîne
Kî slavek dide
Kî qetekî nan dide
Kî qurçekî av dide
Kî destê xwe dide min
Tû qudîma min jî tine
Ji cîyê ketîme dîsa rabim
Dîsa dîsa şer bikim
Dîsa dîsa kês bigerim
Dîsa dîsa li hev bînim
Û dîsa dîsa êrîş bikim
Êdî ez ji şerê jîyanê aciz ketim
Têk çûm yekemîn şerê jîyanê ê mezin
Haya te jê tûnne
Haya kesî jê tûnne
Haya min jî jê tûnne
Çend şev bê xew mam
Çend zik birçî
Çend av tên bûm
Çend sar tazî
Çend roj bi mejîyekî tevizî
Wek gêj e kî dora xwe
Zivir, zivir, zivirîm
Û ji vî jîyanê
Kerix, kerix, kerixîm
Hema biskekî aram bûya bes bî
Hema biskekî bêdengî
Hema biskekî kefxeşî
Xwîn nebîya birîn
Qêrîn nebîya girîn
Zarîn nebîya mirin
Awirên agir pekandî
Neçar, neçar
Neçirranda û neçirranda
Pelên darên min
Wê gavê belkê dîsa
Belkê rabûma li ser kokên xwe dîsa
Belkê min bigirta bayê felekê di xew da
Belkê dizîkan ve bigihiştama tava xwe
Ji bo yar û neyaran vekirama kulîlka xwe
Bigihiştama miraz û meqseda xwe
Lê mixabin çênebû
Wî bayê
Hêdî hêdî hilweşand min
Hêdî hêdî hilweşand hevîyên min
Hêdî hêdî hilweşand xeyalên min
Û min hişte rût
Û min hişte qût
Û min kire birîndar
Û min kire tobekar
Wusa derbas bû
Wusa derbas bû û çû
Roj pê rojan ve çû
Meh pê mehan ve çû
Sal pê salan ve çû
Ê çû, çû
Ê çi ma min danî ser birîna xwe
Ê çi ma min avêt tenûra dilê xwe
Şer xilas bû
Dem derbas bû
Jîyan ser û bin bû
Lê birîn sax nebû
Şewata birîna min sar nebû
Ne ma kelecan lê
Hêja kele
Hêja Watedar
Û ez jî tobekar