Tevlihev

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
please do not remove empty parameters (see the template documentation).
Tevlihev
by Watedar

* * *


Ne karker dikare debara mala xwe bike
Ne sazkar dikare sazgeh a xwe îdare bike
Ne dikandar dikare derîyê dikana xwe veke
Ne tê standin û ne jî tê firotin bûne agir tev
Nahêlin bighin hev maf û destmaf tevlihev

Ne dikarî biçî seyranê bi kêfekî xweş
Ne dikarî derkevî qadan ji bo meş
Hema tê bigrin te, bêjin hiş be û bimeş
Ne dikujin û ne jî xweşikî berdidin tev
Nahêlin bigihin hev girtî û azadî tevlihev

Tu bibêjî qeder wuhaye gel dizane rastî ne wuhaye
Tu bibêjî ez ê zordar bim gel dibêje ji serê te zêdeye
Êdî dengê xwe bilind neke bawerîya kesî bi te nemaye
Her çi dibêjî kerema xwe kurt û kurmancî be tev
Nahêlin bigihin hev soz û peyman tevlihev

Pêşî agirekî dikeve daristan, lê haj a wan jê tûnne
Paşî parsel, parsel par dikin, lê haj a kesî jê tûnne
Dimînî bê xweza hew dibînî ku herder betone
Êdî bêmalin xezal, pezkovî, gur û kivroşk tev
Nahêlin bigihin hev dar û belçim tevlihev

Bi roj germe bi şev sar, ne hişînayî hiştine ne jî dar
Rê çêkirine, pir çêkirine lê dîsa jî dibêjî xwezî bi par
Êdî daristanan kirine bajar û xanî diçînin şîna dar
Biskekî maye germbûna goganî biqelîne me tev
Nahêlin bigihin hev, cîhan û jiyan tehlihev

Dizanî, helbest derîyekî ye ji bo dil nas bike dilan
Êca ku hevdu nas kirin, dil bi dilan ve tê girêdan
Haya kesî jê çênabe, ne bend heye ne jî qeytan
Em nabînin rêyekî lê digerin roj û şev
Nahêlin bigihin hev ez û yar tevlihev

Ne dikarî bixwazî mafekî, ku maf, mafê te bibe jî
Ne dikarî derdê xwe bêtirs û eşkere ji kesî ra bibêjî
Ne dikarî bikenî yan bigrî û wek herkesî serfirazî bijî
Mane dilê te da War û Welat tev
Nahêlin bigihin hev Watedar tevlihev