Tealellah Zehê Husna Mubarek

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Tealellah Zehê Husna Mubarek
by Melayê Cizîrî

Te'ale l-lah zehê husna mubarek
Tebarek sed tebarek sed tebarek

Meger şîrîn bi vê şîraniyê bû
»Ela şemsu l-melaheti qed tuşarek«

Ji xunçên buxçeya wê gul'izarê
Ji her xunçe di dil da maye xarek

Li textê dilberê rûnî bi şahî
Li te şahî mubarek bit mubarek

Ji dîdarê murada min bibexşî
Murada min ji te dîdar e carek

Di dil da nî we dîsa dil disojî
»E-tehriqu ya melîke l-husni darek?«

'Izarê ger li min dî tu li dil de
»Li-enne l-qelbe qed yehwa 'izarek«

Te cergê min ji dil kir pare pare
»Fe-carek ya bedî'e l-husni carek«

Were xanim bikuj biste bi xencer
Melê emma bi destê xwey’ mubarek

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse