Ta Le Mekteb Ew Mehem Dî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ta Le Mekteb Ew Mehem Dî
by Hecî Qadirê Koyî

Ta le mekteb ew mehem dî meşqî elfûbê deka
çawekem bûyte diwêt û girye surxî tê deka

Lêy mepirse mes’eley nuqtey dem û mûy kemer
Mûşkafe, bo Elî basî perî û cîn çê deka

Em hemû dinyaye xasî hukmî dû dêwane ye
Min le şarim xayetî mecnûn heway ladê deka

Qesrî ‘umrim datepî darî le ser berdî nema
Banîy tûlî emel îstêke destî pê deka

Xiwace xoy pîr e, wecaxî kiwêr e, mallî bêhîsab
Pêm billên, îşkalme, em koşişeyî bo kê deka?

şêxî min bew xayete piştî le ‘alem kirduwe
Suretî xoşî le nêw awêne piştî tê deka

Maçî dest û pêy emîrî destgîrî hazir e,
şêt e Hacî maçî lêwî destî dest û pê deka.

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse