Subhan Ji Mîrê Qadirî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Subhan Ji Mîrê Qadirî
by Mela Huseynê Bateyî

Subhan ji mîrê Qadirî
Adem ji tînê çêkirî
Qalib bi rûhê hey kirî
Wesfan çi bêjim ya Rebî!

Wesfê di mîrê ekber e
Kê taqet e ket defter e
Her Wahidê witr e fer e
Haşa ku wî ‘uzwek hebî

Haşa hebin ‘uzw û cesed
Tehwîlê îmkanê xired
We lem yekun kufwen ehed
Zatê qedîm her dê hebî

Zatê qedîm û pakî ye
Heyy û ‘Elîm û Hadî ye
Navek ‘ezîm û ‘alî ye
Ê sermedî dê j-xwo we bî

‘Alî ji e’razan we ne
Lutf û kerem her wî hene
Hakim ew e bê mesken e
Erdek heye ew lê nebî?

Bê mesken e ew Qadir e
çavan veke her hazir e
Ustadê çerxa daîre
Qismet dihê şeyx û sebî

şêx û sebî her middetê
Ew raziq e rizqî detê
Baxbanê çaxê wehdetê
Ya Reb tu yî her dê hebî

Ya Reb tu yî ji nûr î tu
Sultanê jêr û jûr î tu
Her hazir î ney dûr î tu
Dûriyek hebî ew dê-j me bî

Ê dûr ji te xusran e lê
Hem zulmet û hîcran e lê
Nêzîkî te xufran e lê
Xeffarê merdê muznib î

Xeffarî xweş sûltanî tu
Xellaqê rûh û canî tu
Darindeyê keywanî tu
Sazendeyê neh lewleb î

Sazendeyê neh pancer î
Mutleq tu şahê ekber î
Mulkiyyeta enguşterî
Te da Suleymanê nebî

Mulkiyyeta lewh û qelem
Tehtessera û ‘erş û hem
Bal ve xudanî dikey hekem
Bexşendeyê her mensebî

Bexşendê her ecram û ‘erş
Anî zuhûrê mulkê ferş
Summestewa balayê ‘erş
Mîrê ezel tuy ya Rebî!

Min mîrekê Xeffar heye
Sultanekê Settar heye
Hêj min huba pêrar heye
Ya Reb derê feyzê vebî

Min dî vebûn dergah û der
Ê têkelî bangê seher
Der kûş û hûş im şud xeber
Batey! Bixwaze metlebê

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse