Sofî Be Ser û Rîşî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Sofî Be Ser û Rîşî
by Hecî Qadirê Koyî

Sofî be ser û rîşî, bem xerqey ser doşî
çend çêllegel û biznegel û mêgelî doşî

Fermanî ke da kuştimî celladî nîgahî
Xûnî minî bêçare ‘edu û noşî be xoşî

Lew we’de reqîbim gutî: Bê ‘ehd û wefa ye
Me’lûm nebû lem ‘aleme da rast û diroşî

Teşxîsî dewakem meke ey Bu ‘Elî Sîna,
Lew çawe ke bom bû be şîfay ‘eynî nexoşî

Ew çawe weku mes’eley kuhle sewadî
şaz e weku nergis nîye bê fezlî biroşî

Muş’îr be wefatî minî mîskînî feqîr e
Wa rût e le xet bergî sîyay matemî poşî

Hacî le tewafî hecerul’eswedî xallî
Giryan e sefabexşî ne wek se’î û xiroşî


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.