Slav ez azadî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
please do not remove empty parameters (see the template documentation).
Slav ez azadî
by Watedar

* * *


Slav ez azadî
Ez para herkesî
Ne tenê mirovan
Para ajalan, çem û bajaran
Para welat û para ziman
Ez azadî me
Û ez mafê herkesî me
Di girtîgehan navê min tê xwendin
Li qadan bi yekawazî tême bang kirin
Li ser pankartan navê min nivisîne
Dar û belçim stranê min dibêjin
Dibêjin slav ji ta ey azadî
Tu çiqas bedewî, Tu çiqas xweşî

Slav ez azadî
Ezim tamekî
Tam didime jîyanê
Ku kî ji min tam bike
Êdî nikare bindest bijî
Wek agirekî di dilê wî da geş dibim
Wek ramanekî di hişê wî da cî digirim
Wek awazekî di nav singê wî da dihevim
Wek çîrokekî nîvî maye her tim li pê wî digerim
Ezim ez azadî
Ne mafê kesekî
Mafê herkesî
Guh bide çîya û behran
Guh bide zozan û deştan
Guh bide zinar û nevalan
Guh bide çem û rubaran
Guh bide nebat û ajalan
Bi qîrînekî paş perdan
Bang li min dikin
Dibêjin slav azadî
Tu yî mafê her tiştî

Slav
Ez azadî
Bi dilekî şikestî
Mame hîvîya welatekî
Welatekî ku min ji dil xwestî
Welatekî gotîye êdî bese xulamtî
Welatekî gotîye mame çerm û hestî
Welatekî gotîye min rizgar bike ji bindestî
Welatekî gotîye slav azadî yan azadî yan azadî

Slav ez azadî
Mafê herkesî
Mafê her tiştî
Bê min jîyan dibe
lê kêm dimîne
Bê tam û valaye
Ez daxwazim, daxwaza gelanim
Ez hêvîme, hêvîya zarokanim
Ez agirim, agirê Newrozanim
Ez çîrokim, çîroka bindestanim
Ez helbestim, helbesta şerwananim
Û keserim, kesera dilanim
Ez Watedarim, wateya jîyanim