Sirrê Wehdet

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Sirrê Wehdet
by Melayê Cizîrî

Sirrê wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed
Wahid û ferd e bi zatê xwe wî nînin çu 'eded

Di qidem da ezel û 'eynê ebed herdu yek in
Sermediyyet we dixwazit ne ezel bit ne ebed

Ferq e wahid ji ehed lê di meqamê semedî
Bi heqîqet ko yek in herdu çi wahid çi ehed

Yek e derya tu bizan qenc-i çi mewc û çi hebab
Di esil da ko hemî av e çi av û çi cemed

Afitabê ehediyyet di xwe da girtiye kewn
Ne ko 'ewrek heye lê girtiye çehvên me remed

Husna zatê but û latan ji cemala semed e
Ji misala senemê we ko tecella ye semed

Xeyrê derya niye sehra bi heqîqet emma
Ji rûyê keyf e ko ev ave bûyî şubhê zebed

Kulle yewmin huwe fî şe'nin nebî xafil-i jê
Her peyapey ji şu'ûnan dikirit feyd û meded

Ger di Adem bidiya sirrê 'ilim Iblîsî
Hînema ebserehu kebbere hînen we-seced

çi zeman û çi mekan û çi cihat û çi hudûd
çi meqadîr û tefasîl û hisab in çi 'eded

çi munafat û luzûm in çi qiyas û çi misal
Ev çi tewlîd û çi terkîb e çi rûh in çi cesed

Ser bi 'iczê didirit quwwetê derrake-i ma
Rece'e l-'eqlu kelîlen we-meta qame qe'ed

Hîret û 'icz e serencam-i di babê nezerê
Key bi xaliq nezerê qasirê mexlûqê resed

Guftûgoyê me'rifet çendî Mela peyda bikî
Gewhera me'rifetê nagihetê kes bi xired

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse