Sira Sibe

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Sira sibê li bab û dara hewrê
Veciniqî û hişyar bû
Tevziyek da xwe tevziyek kûr û rahişt
Bilûre danî ser diranê
Ji sedsaliyên dûr û ji kezeba kûr sitira
Kaniya bin dara hewrê
Bi dengê bilurê re nehwirand
Hêstir werwirand melûl melûl
Dilê heyvaji kovanên xwere
Kerî bi kerî kezext û dirand
Bilbilek firî ji hêlîne
Çu danî li gulya gulê
Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe
Berda dilê wan ji xuriyê
Dilop dilop niqutî û xurî
Niqut niqut nızilî û xurî
Di dilopa paşî de sefeq beyan bû
Ji bilûrê his birî kanî xayiş ket
Li bine kema gulê bilbil ji can bû
Jînek nû dest pêkir bi sira sibe
Şefeq zelal xuza xuyan bûn

(Ciwan Haco)