Sifatê Di Sebê Ezel Wî Hene

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Sifatê Di Sebê Ezel Wî Hene
by Mele Xelîlê Sêrtî

Sifatê di seb'e ezel wî hene,
Ne 'eynin ne xeyrin ne wek êt mene.

Heyate di gel 'ilm û sem' û beser,
Iradet di gel qudreta xeyr û şer.

Murîde ji bo xeyr û şeran welê,
Riza wî tunîne bi şola nelê.

Ewê dî kelamê besîtê qedîm,
Hurûf û lûxet hedîsin ey hekîm.

Bi Qur'anê xeyrê wê mensûxî bûn,
Kemal û fedil bo me pê zêde bûn.

Heta ku qiyamet, dê herdu hebin,
Di 'uqbayê xwendayê wê her hebin.

Sifatê kemaH hemî, Reb hene,
Sîmatê di neqsî ne mewcûdene.

Tu navan tu bêşer'î lê damene
Ji nehwîd û neh navê wî zêdene.

Ji ketma 'edem, 'alem anî wucûd,
Bi vî wechê ehsen, wî şahê Wedûd.

Tu me'dîim û hadis bizane ewî,
Heyûla tunîne ku 'alem ji wê.


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.