Ser Didit Abi Kewserê (Zulf)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ser Didit Abi Kewserê (Zulf)
by Melayê Cizîrî

Ser didit ab-i kewserê
Zemzeme û semayê zulf
Saye numayê xawerê
Sidre'ê muntehayê zulf

Saye numayê cebhetê
Neqş û xetê ji qudretê
Nuqte û herf û cezme tê
Bal û perên humayê zulf

Bal û perên sifethuma
Saye li cebhetê numa
Xemrî û lef çûne sema
Yek bi yek ew li bayê zulf

Netrik û berg û şitriyan
Reqs e ji rengê xemriyan
Baz û 'uqab û qumriyan
Seyr e seher tebayê zulf

Her me ji birca sinbil e
Pence di sîne û dil e
Dûr û diraz û muşkil e
Qişşe'ê macerayê zulf

Bestine zulf-i der kemîn
Helqe bi helqe çîn bi çîn
Yexma dikin dilan nihîn
Têne yeqîn xetayê zulf

Rom û 'ecem ji her teref
Ceng û suwaş e wan bi xef
Hindî û zengî şef bi şef
Hatine ber liwayê zulf

Herdem û herse'et ji nû
Pêt e di sîne nar û dû
Sebr û qerar-i min ji kû
'Aşiq û mubtelayê zulf

Zulfê siyahê bêwefa
Qet me nedî ji wê şefa
Kuştime ez bi sed cefa
Ah-i ji dest cefayê zulf

Zor û feqîr û mubtela
Zahid û sofî û Mela
Kuştine ew bi sed bela
Kes nekevit belayê zulf

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse