Serê Zulfa Te

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Serê Zulfa Te
by Melayê Cizîrî

Serê zulfa te bi kullabê du'a
Hate destê mi bi cellabê du'a

Sofîyê xelwenişîn bêne sucûd
Herdu birhên te ne mihrabê du'a

'Erdê kê dê bikirim sûretê hal
Ko tu yî qibleya erbabê du'a

Ji du'ayê qedehek derdest e
Her seher mestê meya nabê du'a

Gulê iqbalê ji gulzarê qebûl
Mi çinî bû di şekerxwabê du'a

Ber du birhên te ji ixlaş û yeqîn
Mi dibir secde bi adabê du'a

Ji dilek şafî tu mihrabê bibîn
Secdeyek lazim e der babê du'a

Mi di dil 'urwet-i wusqa ye bi dest
Ji senaya te ser elqabê du'a

Ji ezel yek cihetî daye Melê
Her me ixlaş e ji esbabê du'a

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse