Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Senema Sur Ji Semed Neyşekera Leb Ji Nebat
by Melayê Cizîrî

Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat
»Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê

Enwera rengifirişte beşera horîsirişt
Ya ji miska Xetenê xal û xet û kagul û qişt
Ger xwe nîşan seqerê dit dikirit hor-i bihişt
Ke'beya tê ne put ew putkede ye û dêr û kinişt
Ko nesîb da ji ezel heq ji me ra'işq-i newişt
Feyde nakin li me ism û ne tilism û ne nivişt
Zahirî da me 'ezabek we ko batin ve bihişt
Sohtinê daye hinavan û ceger têk-i birişt
qesd-i weslê me bi can kir ko vedayîn û ne hişt
Dest nehilîn ji teleb ger me di rê çit ser û tişt
Pişt-i nadîn du hezar xencer û tîr û rim û xişt
Me serî daniye rê û bi Xwidê bestiye pişt
Ew e min rûh û heyat û ew e min qibleyê zat
senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat
»Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê

Zeriya dêmidur û lebşekera 'işweperî
Ya ji ser ta bi qedem têk-i ji 'eybane berî
Ji sera perdeyê Lahût-i bi sed şêwe kirî
Bête ber 'eynê şuhûdê di libasê beşerî
haşi li-l-lah tu kesan dîbitin ev rengê zerî
Daye ber qend û nebatê ji du le'lên şekerî
Bê tu, ya lebşeker î, ya tu nebata bi ter î
Ellah ellah çi tecella ye ji sirra qederî
haciyan silsile bestîne li dora qemerî
Dor-i beytê ji şefa têne semaya seherî
Bê muruwwet ko du mêran ji surê mey di serî
Ew nehêlin çîn tewafê we ziyaret hecerî
Zemzem û xulxule û 'umre û 'îd û 'erefat
senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat
»Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê

Min bi dil şûretê can dî ji butan ew bi tenê
Ew tinê serwa rewan dî ji zerîfên çimenê
Sosin û sinbil û gul çerx e li dora semenê
Xemriyan helqe û çîn dane ji miska Xetenê
Ser didin çeşmeyê heywan û bi zimzim direnê
Lê çi şîranî ye Ellah te ji wê kift û çenê
Ez dibêm bedr e bi dêm lê dikitin guft û kenê
Ya yeqîn roj e li şerqê we şefeq daye dinê
xelitim Rûhê qudus hatiye nêv wê bedenê
Dikit ihyayê mewatan bi sur û reft û çunê
Te nehin bawer û îman nezerê dê û binê
çi tecella ye bûyî qible melek rû didinê
Azerî ger bidiya hûr dikirin Lat û Menat
Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat
»Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê

Nêrgiza mest û şirîn û gul û nisrîn e ji reng
şeker û lû'lûwê mensûr û bi dil ahen û seng
Me ji ber derbê evînê bûye dil pêt û pereng
Lew me şeb ta bi seher nale ye wek muxnî û çeng
Da me sed reng-i 'ezabê we nehat der ji me deng
Hestiyan girtiye naşûr û mejî da heye jeng
Lew ne hişyar û xumar în me nexwarî mey û beng
Li me îro du kemandarê hebeş hatine ceng
Têne qetla me di destan du siyehqewsê ji Yeng
Direşînin me û tên me du hezar tîr û xedeng
Cegerê kun dikin û tê dibeyin mislê tifeng
Mislê wê kafir û zalim qe diyin kes di Fireng
Nazik û xob û şekerxende û şêrînherekat
Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat
»Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê

Di riya dostê Mela yekcihet û sadedil în
Me hetta can heye haşa ji teleb dest bihilîn
Ya di rê ser bidirîn ya bi muradê weşşilîn
Me çi perwayê rimên ber weşê şêrînqizil în
Ta ebed mest û hilak în ji şeraba ezel în
Ji cefa û sitema wê ji ceger pir di kul în
Perdeya guşeqeşeb bê tu ji ser dêmê hilîn
Ko di şerqê Meh û Xurşîd-i ji şewqê bettilîn
Lew ji sur surme didêrîn we ne muhtacê kil în
Mest di nêv tor û lefan marê li selwê fittilîn
Surmedarên ji surê mest-i, ji qudret kemmilîn
Me ji xeflet du jiha dîn û ji sehmê xeccilîn
'Işweker şêwe numa ya me ji wê rûh û heyat
Senema sur ji semed neyşekera leb ji nebat
»Ehsene l-lah û tebarek« ji sura wê senemê

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse