Selwa Sehîqed Xemilî (Reqs)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Selwa Sehîqed Xemilî (Reqs)
by Melayê Cizîrî

Selwa sehîqed xemmilî
Lew kemmilî mestane reqs
Wer suhbetê ger qabil î
Dê bêt û ret şahane reqs

Mestane mestan noşanoş
Qerqef di caman hate coş
Ma dê bimînit kes li hoş
Weqtê ko bên durdane reqs

Suhbet bi sazan hate saz
Pê mewwicî deryayê raz
Da dil ji nû bayê mecaz
Wê keştiyê sukkane reqs

Mehbûb bi 'eynê kewkeb in
reqsa ko tê dilber hebin
sed cangiramî min hebin
Bavême rê erzan e reqs

Girişme û raza berî
'Arif venabin lê derî
Hetta di nêva agirî
Ew xef nebit perwane reqs

Perwaneya şem'a geş în
Zulfên we nazik raweşîn
şewkên di dil da pê xweş în
Me ji penceyên şêran e reqs

'Ala we tayên qurmizîn
Eşlan di ber daberizîn
Nêrgiz di baxan tewwizîn
Neyşekeran nîşan e reqs

Weqtê ko ba bin erxewan
Gulçîçek û terhên ciwan
Vê ra ne bê selwa rewan
'Arif li ferqa can e reqs

îro şekerxendê birîn
Destê spîzendê birîn
Dîsa bi govendê birîn
Derdê Melê derman e reqs


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.