Sê bira

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
please do not remove empty parameters (see the template documentation).
Sê bira
by Kawa

* * *


Sê bira sê heval
sê şehîdên Kurdistan
mêrxasî li berxwedan
van egîdên qehreman

bira bira sê bira
her sê bira bi hev ra
şer dikin her wek şêra
sê heval sê şehîd bira

Mazlûm ji we re bû rêber
bi rengên egîd ketin şer
deng dan cenga jiyanê
sê birayên welat perwer

dilêm bû behra wanê
Dîcle Ferad Sîpan e
sê navê berxwedanê
ji bo welat canfida ne