Quran a Pîroz/Fatîha

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Bi navê Xwedayê Dilovan ê Dilovîn.

1. Spasî ji bo Xwedayê dinyayê û gerdûnê.

2. Ew dilovan ê dilovîn e.

3. (Ew) Serokê roja dîn û hisabê ye.

4. Em ji te re bi tenê îbadetê dikin û em alîkariyê ji te bi tenê dixwazin.

5. Tu me bîne li ser rêya rast.

6. Li ser rêya ewên ku te bi wan qencî kiriye. Ne li ser rêya wan kesên ku te li ser wan xezeb daxistiye û ne li ser rêya wan kesên ku tu ji wan xeyidî bû yî û yên ku rêya xwe şaş kirine.