Qur'an (kurdî)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search

Ev wergera çend ayetên Qur'anê ji aliyê Husein Muhamed hat pêk anîn.

Ji bo Qur'anê bi zimanên din binihêre:

1. Sûretê Fatîha "Vekirin"[edit]

BINAVÊ XUDAYÊ DILOVAN Û DILOVÎN

  1. Pesin ji Xwudayê Rebê karîgehê re ye.
  2. Ew dilovan û dilovîn e.
  3. Xudiyê roja dîn e.
  4. Em tenê ji te re îbadet dikin û ji te dixwazin.
  5. Me bibe rêya rast.
  6. Rêya yên te qencî liwan kirî,ne yên xezeb liwanbûyî û ji rê derketî.

112. Baweriya pak[edit]

BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR

112.001 Bêje: Ew, Yezdan, Yek e,

112.002 Yezdan e, Herheyî ye.

112.003 Ew ne ji kesî çêbûye û ne jî ti kes ji Wî,

112.004 û ti kes jî nîne hevberî Wî be.

113. Berspêde[edit]

BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR

113.001 Bêje: Xwe dispêrim Xwedayê berspêdeyê 113.002 ji xirabiya Wî afirandî

113.003 û ji xirabiya tarîtiyê dema derdoran digire

113.004 û ji xirabiya wan yên pif dikin ben û girêkan

113.005 û ji xirabiya yê hesûd dema hesûdiyê dike.

114. Mirov[edit]

BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR

114.001 Bêje: Xwe dispêrim Xwedayê mirovan,

114.002 Serdarê Mirovan,

114.003 Yezdanê mirovan

114.004 ji xirabiya yê pistepistker

114.005 yê dilwasiyan dixe dilê mirovan

114.006 – ca mirov be yan cin.