Qiblegeha Aşiqan (Kê Yî Tu)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Qiblegeha Aşiqan (Kê Yî Tu)
by Mela Huseynê Bateyî

subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî
tu bo xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu

dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘eden
nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen
gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen
ahûya deşta tetarê rehzena aska xeten
horiya baxê beheştê çav xezala kê yî tu

qiblegaha aşiqan î şengala ebrûzirav
hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav
dax û kovana evînê sotî canê min tevav
extera subha se’îd î reşrihana ta belav
filfila hindûstanê zulf û xala kê yî tu

ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar
sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar
helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar
nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar
lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu

pêncî salî şehlewendî keftime çaha resed
min nizanim çerxê dêm e tê heye burca esed
çengelek avête dil kun kir li min dad û meded
qelbekî hişk û sufalîn min divêt can tê ebed
şah li textê dilberê fikr û xeyala kê yî tu

sefhekêşa katibê xeybê ji nûra la yezal
xaleke wa l’gerdenê mîslê berê reş mah û sal
sedhezaran rekbehacî tên tewafa zulf û xal
netrik û şutrî û îlan dane ber bayê şemal
laubal î çardexal î çardesala kê yî tu

şehkitêbek min divêt behsê muhebbet bit temam
sed tilism û sihre tê da pêkve suryanî meqam
ebceda ‘eşqê me xwend û ‘eql û wendakir we mam
horiya baxê beheştê tûtiya tawusxeram
xeyrî batey padîşaha min delala kê yî tu”

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse