Qelbê Me Şubih Zêr

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Qelbê Me Şubih Zêr
by Melayê Cizîrî

Qelbê me şubih zêr e ji feyda te cela girt
Ma rûsiyeh û şifri-sifet reng-i şefa girt

Teşbîhê bi cedwel me di nêv ateşê 'işqê
Dil qelbê heqîqet bit û iksîr-i hema girt

Salik kî ye hatî ji mecazê bi heqîqet
şûret ne şinasî yû bi me'na ne fena girt

Tenha ne li min lami'ê husna te şefeq da
'Alem bi xwe wê husn û cemalê di xwe da girt

Teyxûn-i di destê te zehê dewlet û iqbal
Herçî te birî dam-i di tora xwe huma girt

Canê xwe me kir dane'ê dava ko vedayî
Ahûsifet ew pê hissiya rahê xeta girt

'Enqa ne şigara kes e davan tu biçîn ver
Dava ko li 'enqa tu vedî bad-i hewa girt

Herkes seherê talibê tiştek bi çimen hat
Hin sosin û hin sinbil û hin zulfê duta girt

Destê me seher girt û birîn seyrê hebîbê
Fi l-hali reqîbî ji hesed lerze û ta girt

Ew kebkê xeraman ko di kozê li qebo hat
şahînê qedayê bi texaful ji xwe ra girt

Zinhar-i kesê dest-i bibit erqemê serwê
Bê 'işweyê le'lan ne bi teslîm-i jiha girt

Sebrê berê şîrîn e we ustad-i xeber da
Lew dil me bi tehlî yû xeman xurrem û şa girt

Her neşter û şewkên ko hebîbê me li dil da
Min yek bi yek û têk-i li derdê xwe şifa girt

'Aşiq ji xemê saye'ê wê camê teleb kir
Pir 'eql-i didêrit me ji qismê hukema girt

Sef sef ne tinê gezme dibarin ji kevanan
Dil kagul û zulfan di kemendê bi teba girt

Dîwane'-i her tête di vê silsile û bendê
Ko mustehiq e Xwisrowê xoban bi ceza girt

Peyweste du fêris ji me ra daberizîn dil
Zulfan bi çep û rast-i li oxilme cema girt

Qewsê du hilalan ko li ser Bircê-esed bit
Bû şuhre di 'amê 'emel enguşt-i numa girt

şi'ra te Mela sihr-i şekerrîz e bi mu'ciz
Zanim ji lebê le'lê te ev lefz û eda girt

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse