Peyweste Du Ebrû

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Peyweste Du Ebrû
by Melayê Cizîrî

Peyweste du ebrû li me mehbûbê kişandin
sed gezme peyapey li ezê xeste reşandin

Tîrek ji kemanê xedebê da cegerê rîş
Mil dane ber û ser ji du goşan veweşandin

Cohtê esedan pence li ser sîne nihandin
Kullab-i gihandin dil û hestî herişandin

Birhên te ji qudret ko numan goşeyê i'caz
Peyweste kemanan li guhan goşe kişandin

Mihra te di canê xwe ji dil xef kiribû min
Dil çû ceger û sîne li ser canî ve şandin

Nûnên te hilalê bi qeran yek ji sura heq
Bê 'eyb-i li dêmê qelema xeybê kişandin

Neqqaşê ezel ismê cemalê ko nivîsî
herfên te mucessem ji surê taze reşandin

Reyhanî û dîwanî û hem suls û muselsel
Yek yek we hezar reng-i ji husnê neqqişandin

Ev ayeta nûrê ji Mela ra ko nivîsî
Katib ji surê nuqte bi zêrabê feşandin

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse