Pîrî Mûxan

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Pîrî Mûxan
by Wefayî

Le baxan ah û nalîn dê, delên şay nêw gulan royî
Le meyxanan seday şîn dê, meger pîrî mûxan royî?

Delêy dewrey qemer, seyrî felek mîzanî gorawe
Kewa gul zerd bû, sunbul têkçû, rengî erxewan royî

Leber çawî cîhanbînim tarîk bû nemzanî
Ne nûrî çawekem çû, ne xurşîdî cîhan royî

Le dûrî towe sûr bû çawekem bew girye me'lûme
Şefeq dê, kewkebîş heldê, ke mîhrî xaweran royî

Demêkî hat beçawî surmesa, ye'nî: wefadarim
Ke cergî surmeyî kirdim be sîhrî caduwan royî

Seher mestane hat bulbul be şadî bo tewafî gul
Ke dî bax bê gule, dax bû, be sed ah û fuxan royî

Melên bulbul menalêne kewa gul gulşenî çol kird
Dilaramî nema çibka? Ke aramî dilan royî

Qiyamet bo dilan hesta ke çawî mestî wergêra
Meger azurde bû saqî ke bezmî meykeşan royî

Çi şînêke? Çi haware le nêw helqey murîdanda
Meger xwacey semerqendî le nêw sahîbdilan royî?

Çi afet kewte berçawim kewa çû nurî bînayîm
Meger şahî buxarayî le qesrî 'arîfan royî?

Be naley dil şîfam nayê derêx bo merhemî cergim
Le zengî karwan çi bikem, delîlî karwan royî?

Xirabû xaneqa bê şêx û şewqî talîban, sed heyf!
Çemen wêran bû, nexmey bulbulan çû, baxeban royî

Be naley bulbul û qumrî wefayî boye her degrîm
Gulêkî serubalam bû be taracî xezan royî

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse