Neqqaşê Ezel

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Neqqaşê Ezel
by Ehmedê Xanî

Neqqaşê ezel roja serlewheyê rengîn da
Pergalê di destan bû, ser sefhe ku tezyîn da
Tezhîbê zerefşan kir serlewhê kitaba îşq
Resma ezelî kêşa, neqşê xwe newalîn da

Dîbace ku înşa kir, fihrîste ku îmla kir
Cildek ji enasir best, nefxek di sufalîn da
Etfalê melek hatin, westane debistanê
„La îlme lena"gotin, "Ebced"bi xwe telqîn da

Wan sade ruxan mesqê îşqê ku temenna kir
Xettatê ji husnîl-xet sermeşqekî zêrrîn da
Ma secde tenê min bir ber sûretên mehbûban
îblîsê nebir secde, lew maye di nefrîn da

Ez çûme derê dêrê min dîtî ku rûhullah
Tekrarî musewwer bû hetta di nihalîn da
Wan cumle „Enel-heqq“ got, min „Wahidê mutleq“ got
Saqî bi xwe ez girtim camek meyê nosîn da

Herçî ku me ber pê kir, hindî me nezer lê kir
Min seyrek li yêkê kir, lew mame di lewlîn da
Min dî heme yek pertew sarî di mezahir da
Mumkin heme jê pirr nûr, emma ne di temkîn da

Ew bû ku Zelîxayê îdînî di Yûsif da
Mecnûnê di Leylayê, Ferhadê di şirîn da
Misbahê ebed min dî îrohe di qendîlê
Genca ezelî merkûz min dî di gil û tîn da

Cana ji cemala Te ez dê çi bibim sabir
şeyxan û ûlul-Ezman canê xwe di kalîn da
Me’zûr e eger sofî bit munkirê mehbûban
Kor dê çi tesewwur ket sirra ku di dûrbîn da

şahid bî tu ey zahid, mehbûbî perestim ez
Bê sahid û mey nabim, şêxê me ew ayîn da
Canî ji te ey Xanî! Cana ku bixwazîtin
Xa noqte li bin danî, fîl-halî di hêlîn da


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.