Nazikek Min Seherê Dî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Nazikek Min Seherê Dî
by Melayê Cizîrî

Nazikek min seherê dî bi cemala xwe ne wek
Hor û wildan û perî bûne beşer bûne melek

Wer temaşayê şehîdên xwe ke carek tu binê
»Ehsene l-lahu we-tebarek« ji du çehvên di belek

Sinbilên ter li gulan pal-i bi mestî diderin
Sosinên taze li nisrînwereqan bûne helek

Nazika min ko bi mestî di çemen hat-i xeram
Ji hesed çûne xusûfê meh û mihr-i di felek

Ê ji xeflet te bibînit ko dimînit heyihat
Te bi çehvên di belek kuştine mezlûm-i gelek

Zerreyek 'işqê giha kê we ji 'eqlê xwe nebir
»Kullu men şadefehu dahiyetu l'işqi helek«

Xwisroyê 'işqê ko rûniştî li ser textê wucûd
»Fetehe l-qelbe 'ele l-fewri we-li r-rûhi melek«

We çi 'işq û çi selamet herdu dûr in ji yekê
»Kullu men yesluku hubben subule n-nari selek«

Ah-i bêgavê ji dil tên me ji pêta di ceger
Bes tu bêfeyde neşîhet ke me dil bûye pelek

Ma ji 'umrê me çi mabit were êdî vi me ra
Da di eqtarê wucûdê bikirîn seyr-i melek

Di ’stiwa’ê ko ji husna te veda lami'ekê
»nezeru ş-şemsi mine ş-şerqi ile l-xerbi delek«

Afitabê ko ne teşwîr-i ji husna te bitin
»Nûruha fî nezerî zulmetu dacin we-helek«

Ji hewa bend te kirim şubhetê bayê di sivik
çi ji biska te bibêm ah-i ji biska te çelek

Ez ji zulfa te veristim mi teleb kir lebile'l
Lê di çaha zeqenê bê ser û pa çûme helek

Bi umîda te homayî ne Melê tor-i veda
Wer temaşayê cehan bûye hemî tor û şebek

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse