Nîme Bo Teswîrî Ebrot

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Nîme Bo Teswîrî Ebrot
by Şêx Rizayê Talebanî

Nîme bo teswîrî ebrot peyrrewî manî deka
şane bo zincîrî zullfit enber efşanî deka

Qûtî ruh e lêweket yaqût weha awdar nîye
Men‘î bazarrî ‘eqîq û le‘lî rummanî deka

Xallî serlêwit nigîn û xatemî nadir zihûr
Muhrî destî asef e hukmî Suleymanî deka

Dill le neş’ey ‘eksî mestî çaweket la ye‘qil e
Bo kebabî cergî min lêwit nimekdanî deka

Bergî sertapam pellas bê ger be şertê tom bibê
Tarî ew berge le lam sed şallî kirmanî deka

Sedhezar car dexîl im herfî bedkar meşnewe
Herçî derbarem billê bê pîre şeytanî deka

Ger le perdey nazewe awazî to bigrête giwê
Bulbulî şîrînzuban meylî xezelxwanî deka

Kes nîye ew şoxe hallî ka le sozî ateşim
Wa Reza dîsan le ‘îşqî her xezelxwanî deka

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse