Mirovahî Dimire

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
please do not remove empty parameters (see the template documentation).
Mirovahî Dimire
by Watedar

* * *


Mirov dimire
Mirov dikûje
Qê kiyamet rabûye
Qê dinya xirabûye
Dê çawa zarokê xwe biavêje
Ma ne mirove dimire
Ma ne mirove dikûje

Mirovahî dimire
Mirovahî dikûje
Qê mejî tûne
Qê aqil avêtîye
Mirov çava rabe mirovahîyê bikûje
Ma ne mirovahîye dimire
Ma ne mirovahîye dikûje

Bi hezaran kes direve
Mirovahî temaşe dike
Qê fermane
Qê dest û pê wî girêdane
Ku mirovahî tenê wek fîlmêkî dike temaşe
Ma bi hezaran kes nîne direve
Ma mirovahî nîne temaşe dike

Bi hezaran kes dimire
Mirovahî nabîne
Qê miravahî kor bûye
Qê mirovahî na fikre
Çemekî çava sor biherike
Ma bi hezaran kes nîne dimire
Ma mirovahî nîne nabîne

Bi dehan kes dişewite
Bi hezaran kes şa dibe
Qê goştê wan helale
Qe mirovahî serxweşe
Çawa xanekî bi mirovan ve bişewitîne
Ma bi dehan kes nîne dişewite
Ma bi hezaran kes nîne şa dibe

Jiyanekî dimire
Jiyanekî dikûje
Qê mêr belaşe
Qê jin erzane
Yek çawa rabe wateya jiyana xwe bikûje
Ma ne jiyanekîye dimire
Ma ne jiyanekîye dikûje

Sêv bêhn dide
Bajarekî jiyana xwe dide
Qê mirovahî sêv jî naxwe
Qê mirovahî ji bîr kirîye
Bajarekî çava ji bêhna sêvê mirîye
Ma sêv nebî bêhn dida
Ma bajarekî nebî jiyana xwe dida

Bi milyonan kes diqîre
Mirovahî bêdeng dimîne
Qê mirovahî kerr bûye
Qê mirovahî nabihîze
Bi milyonan kes çi dibêje ka çi dixwaze
Ma bi mîlyonanan kes nîne diqîre
Ma mirovahî nîne bêdeng dimîne

Zarokekî ji birçîyan dimre
Mirovahî jî pê ra dimire
Qê jîyan para wî nîne
Qê cîhan ji we ra bimîne
We çava bi zikê fiş zarokan ji birçîyê kuşt
Ma zarok nebîn ji birçîyan dimire
Ma mirovahî nebî pê ra dimire

Na na mirovahî ye
Jiyana xwe dest daye
Reh çûye tenê laş maye
Serê me, serê we sax be
Êca bizivire cîhan qad ma ji ta
Rojên teyê mayî serkeftin ji ta
Watedar jî bêdeng diçe xatir hişt ji ta