Min Di Dil Kovan Hezar In

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Min Di Dil Kovan Hezar In
by Melayê Cizîrî

Min di dil kovan hezar in dax û keyber bêhisab
Mihneta werdên bixar in wên di dil da sed nişab

sed nişab in min di dil îro ji xarên sorgulan
Yek bi yek peykan çevî bûn çûne cergê da kulab

Pir bi wan curhan xwe têr in lew ko dî derman dikir
şerbet û ava heyatê şekker û qend û gulab

Ger dused peykan di nêva dil biwan dê xweş biwan
Her dema kewkeb bidîna necm û Perwîn bêhicab

Zehre û 'iqda sureyya keşşifî bûn ew di şerq
Sayeya bextê me dayê ma li ser perde w niqab

Wajigûn dewrê numa min çerx û bayê lewleban
Kewkeban seyra muxalif girt û têkil kir hisab

Vêk ketin şems û Zuhel îro di birca 'Eqrebê
Seyf-i çû destê Merîxê mulkê dil lew bû xerab

Lew tenezzul kir Merîxê nobe çû dora Zuhel
çû teref mihra sipihrê nezzilî 'erdan 'ezab

Lew bi şeş bircan 'Etarid ji afitabê dûr-i bû
Lê Zuhel bû Muşterî avête çerxê inqilab

şewwişî nezma nucûman hey'eta çerx û burûc
Lew li wed'ek dernetêtin Mah û Zuhr û Afitab

Munqelib min dî menazil vajî ew seyrê dikin
Yek bi yek xwîn jê dibarin ateş û lem' û şihab

Zuhreçengê ev suwaj dî ew ji çeng avête çeng
Xweş li pê qanûnê wê guh de tu qanûn û rebab

Ez dibêm axirzeman e dê qiyamet rabitin
Lew şeva tarî kişandî yû nehişt eswed xurab

Xweş li min 'alem siyah ma stêr û kewkeb qet neman
Ez ji vê rojê ditirsam axirî zû kir şitab

Ev ne ew iqlîm e ya şems û kewakib tê bi seyr
Ez ne wê 'erdê dibînim ya ko lê ew mahitab

Cinn û teyyarek mi dî werbû di min winda kirim
Dame ber pence w kulaban hilfirandim wek 'uqab

Suflewî înam û avêhtim zemîna zulmetê
Lê ko hişyar im gelo yan xewn e min dîtî bi xwab

Dêwê mel'ûn û munafiq ê Xudê rûreş kirî
Ma bi bala hilkişêtin 'aqibet çî bit şelab

Ehremin te'lîm-i da bû Ebyedî dest tê hebû
Pir bi vê te'lîm û rayê hatibû çûbû xitab

Surperî 'illet nizanî sihreya Ebyed dikit
Pir xelet erzan me dî derheq xwe ew 'alîcenab

Ah-i eyyamên wisalê weko xweş borîn û çûn
Ew şeraba 'êş û noşê ma li pêşber min serab

şerbeta şîrînleban zehra helahil bû di nav
Lew bi narê firqetê axir li min dil kir kebab

Hudhudek xweşteb'-i min îro divê herwek nesîm
Da bi bal dilber hinara b’aniya dîsa cewab

'Erd-i halê min bigota yê bi 'inwanê edeb
Asitan bikra ziyaret çetr û seywan û tunab

Da di çeşman min werîna xak-i herwek tûtiya
Ya hebîb pê lê nihaî b’aniya wî ew turab

Her kesê rabî di behsê carekê mehder bikit
Xeyr-i heftî hec didêrit belko bihtir ew sewab

We'de dabû dê şehîd kim wî bi şîrê xwey şerîf
Ma nebî îro peşîman ew ji tedbîra şewab

şerh-i halê min Mela narit beyadê hê temam
Vê sewadê gerçi herdem jê birin sed intixab

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse