Min Dî Seher Şahê Mecer

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Min Dî Seher Şahê Mecer
by Melayê Cizîrî

Min dî seher şahê Mecer lebsê di ber mexmûr-i bû
Ew dêmzerî surmuşterî ya reb perî ya hor-i bû

Horîweş e şîrînmeş e kagulreş e xalhebeş e
Xalên di qer miska teter nazikbeşer kafûr-i bû

Nazik letîf gerdenzerîf lebsê şerîf kêmxe û qedîf
Min dî bi wext ew nêk bi xet îro li text fexfûr-i bû

Fexfûrsur e sîmadur e heybetpur e pir dil gur e
Ew hate miş min çûne hiş dil min di 'iş -qê fûr-i bû

Dil bû kerî zaya berî lazim herî dê ew zerî
Min dî gelek ew surmelek wek meş'elek pir nûr-i bû

Dêm fener e xal 'enber e bo mawer e leb şeker e
Ew meyperest meşha û mest cama di dest ferfûr-i bû

Mey ber kefê meşha şefê soza defê da qerqefê
Husna li dêm weşfan neşêm herçi dibêm jê dûr-i bû

Da min surûş wer mey binoş zewq û xwirûş lew çûm ji hoş
J’ wê 'işweya yar bû xwiya ew ne j’meya engûr-i bû

Min dî b’ xewab ew mahitab da dil kulab cohtê xurab
Dil şewwişand xwê lê reşand xweş herişand têk hûr-i bû

Hûr kir cesed qewsên semed tîr dan kebed dad û meded
Cerhan ji new xwîn daye kew 'işqa me lew meşhûr-i bû

Lew yek neseq min tên sebeq nûra yeqeq da dil şefeq
şîrînlebê dêmkewkebê lê bende bê destûr-i bû

Dilber nezer da min seher xecilîm ji ber lê ew qeder
Zanim goya ew mahrûya wek lû'lûya mensûr-i bû

Paş firqetê zor muhbetê mi j’ tel'etê çûm hedretê
Wesla hebîb min bû nesîb mel'ûn reqîb rencûr-i bû

Cama zelal xemra helal yarê şepal da min bi hal
'Işqa xedar şohtî sitar nêv me û yar sed sûr-i bû

şahî cevîn xem jî revîn marê şevîn îsand evîn
Derd û bela wên çûn hela 'umrek Mela mehcûr-i bû

Pir min zecir dîtin hecir ma bû ecir şubh û fecir
şem'a me hil -bû sed 'emil minnet me dil mesrûr-i bû

Yar we'de da b’ le'lên xwe da wer ba me da çîn perde da
D’ spêdeyê çûm we'deyê ko j’ badeyê mexmûr-i bû

Ihram mi best eswed bi qest yar hate mest ez çûme dest
Cohtê hebeş tîr dan bi weş hecca mi xweş mebrûr-i bû

Wê kagulê çînin dilê qelbê Melê dav dane lê
Dava dilan nêv sinbilan ser sorgulan menqûr-i bû

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse