Mezahib Çiharin

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Mezahib Çiharin
by Mele Xelîlê Sêrtî

Mezahib çiharin, îmamê di wan
Li heqqîne her çarî bêşek bizan.

Ku Nu'man û Ehmed û hem Malikin,
Ji dînê mere şafiiye rukin.

îmamê meye Eş'erê ta Nehir,
Ebû Mensûrê Mawera-un Nehir.

'Eqîda ku ew herdu pê qaîlin,
Ewe heqqe, heftê û du batilin.

Heçî ku li ser wê 'eqîdê nebit,
Ji ehlê fesadê û bid'et dibit.

Welê ehlê qiblê tu kafir mezan,
Serîhî ku kufrê nebînî ji wan.

Dê razî nebî tu bi kufra kesî,
Li îslam mûhibbanê lez key besî.

Tu enwa'ê sihrê mezane helal,
Mebêje kesî, "kafirê dînbetal".

Tucaran tu de'wa xwedayî meke,
Suqûta tu teklîfê îzhar meke.

Mulettex meke qet perê mushefan
Bi tiştê necis 'emd û hem mescidan.

Mu'eyyen li kes le'netê tu meke,
Li ehlê 'ezabê 'umûmen bike!

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse