Mewlîda Kurmancî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Mewlîda Kurmancî
by Mela Huseynê Bateyî

Hemdê bê hed bo Xudayê 'alemîn
Ew Xudayê da ye me dînê mubîn

Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer
Tabi'ê wî muqtedayê namiwer

Ew Xudayê malikê mulkê 'ezîm
Daye me mîrasa Qur'ana Kerîm

Dînê me kir kamîl û nî'met temam
Ye'nî da me Ehmed û dar-ûs-selam

Ew Xudayê bê nezîr û zulcelal
Bê mîsal û bê heval û bê zewal

Raziqê bê dest û pa û mar û mûr
'Alimê sirra negotî der sudûr

Karîsazê bende û sultan-î-can
Rahîm û Rehman, letîf û mîhrîban

Asîmanê bê sitûn wî kir pedîd
Sûretê ba xal û xet wî aferîd

Hêvîdar in em ji te şahê Kerîm
îhdîna ya Reb sîrat-el-musteqîm

Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem
Lê ji te îhsan û xufran û kerem

Ya Reb îmanê dixwazîn em mudam
Jêrê ala ya Muhemmed wesselam

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat

Ber tu ba da her zeman û an û hîn
Ey Muhemmed sed hezaran aferîn

Ey şefî'ê darû yê her 'îlletê
Dîde û bînahiya vê ummetê

Destigîr û mustexasê her dû kewn
Bo gunehkaran penah û puşt û 'ewn

Sellî ya Rebbî 'ela xeyr-îl-beşer
Ta hebin teyr û bixwînin ber şecer

Ew hebîbê rohnîya heft asîman
Herdû 'alem qalib, ew ruh û rewan

Xak-î-payê Ehmed ew Beyt-ul-Heram
Lew şerîf in Zemzem û Rukn û Meqam

Sellî ya Rebbî 'ela xeyr-îl-wera
Ma tesîrûş-şemsû fîs-seb'-îl-'ûlla

Fexrê îbrahîm û îsmaîl û Nûh
Mustefa yê bawefa yê bafitûh

"Ma remeyte îz remeyte" goşidar
Destê wî destê Xuda der kar û bar

Sellî ya Rebbî 'ela xetmîr-rusul
Ma yemûc-ûl 'aşîqûne fîs-subul

Ew kelîmê xweşnewayê çerx-î-tûr
Daxîdar im bo wî sîmayê bi nûr

Ey şefî'ê sahibê alayê hemd
Min hene bê hed guneh, nisyan û 'emd

Lê mi hêvî wasiq e dê ez feqîr
Jêrê alaya te bim roja 'esîr

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat

Her kesê gûhdarê Mewlûda Nebî
Dergehê mîzgînîyan dê lê vebî

Gotî wî Pêxamberê 'alî sifet:
Mewlûda min her kesê mezin biket

Ez şefî'ê wî me roja mehşerê
Dê vexwut ew tasek ava kewserê.

Serfê Mewlûda mi yek dirhem pere
Hemberî yek kohê zêrê ehmere

Fî sebîl-îllah bibexşî ber feqîr
Qedrê Mewlûdê bizanin hun kebîr

Hem ji bo Bekr û 'Umer hat ev xeber
Hem ji 'Usman û 'Elî çêbûn eser

Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî
Xêrekî mazin ji bo hasil dibî

Hem ji şeyxan bû rîwayet ev xeber
şeyxê kerxî, Fexrê razî, ba diger

Her kesê hazir biket ew yek te'am
Ba buxur û şerbet û qedrek temam

Gazî ket îxwan û hilbîtin çira
Bête xwendin Mewlûda xeyr-ul-wera

Tête heşrê ew digel xelqê berî
Ye'nî ba Pêxamberanî enwerî

Herçî bînît, hindî tiştê xwarinê
Dê mûbarek bît li ber vê xwendinê

Bête xwendin ger li yek sikke-dîraf
Dê mûbarek bin derahim bêne zaf

Bête xwendin ger li avê, yê vexwet
Rehm-î-nazil cumleyê 'îlett dibet

Her cihê lê bête xwendin rehme lê
Dê Melek bibin tijî wê menzîlê

Xanîyê lê bête xwendin ev sela
Dê bibîte ba'îsê def'a bela

Bo xudanê zadî yû bo hemnişîn
Her selatan dê bidin kerrûbîyîn

Dafi'ê cumle hesûdê çav xirab
Der mezarê sehle lê redda cewab

Pirr kesan dîtin keramat û eser
Ji xwendina Mewlûda xeyr-il-beşer

Her wekî hatîye gotin bê hîsab
Lê neşçm bêjim ji tetwîla Kîtab

Qedrê Mewlûdê nizanim bêjim ez
Lêk hişiyar bin nebîte cerge-bez

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Girtî yek qebde ji nûra Xwe Xuda,
Gote wê: "Kûnî Hebîbî Ehmeda".

Hêj ne erş û ferş û kûrsî û qelem
Hêj ne lewh û Enbîyayê muhteşem

Saliha tesbîh kir nûra şigerf
şeş mîet elf û çihar û bîsti elf

Paşî bo wî çêkirî dwazdeh hîcab
Her yekî xwiştir ji yadî bê hîsap

Qudret û te'zîm û mînnet, merhemet
Hem se'adet hem keramet, menzîlet

Hem hîdayet hem nubûwwet, rîf'ete
Ta'ete yazdeh, şefa'et temmete

Her yekî westabû tê da çendî sal
Lê 'eded-mespare 'ilmê Layezal.”

Her yekî tesbîhekî xas û cuda
Daîma tesbîh xwendin bo Xuda

Paşî avête çihar behrê mezin
Wî Xuda yê “Layezalê” îns û cin

Behrê nusret, sanî behrê merhemeh
Behrê qudret, behrê îrfan, în hemeh

çûn ji behrê me'rîfet ew hate der
Qetre jê werya bi îlham, ew qeder

Sed hezar û hem çihar û bîst-i elf
Her yekî bû yek Nebîyyê dil-şigerf

Paşê Wî çêkir ji nûra namiwer
Cewherek, lê kir nezer ew bû du ker

Nisfê ewwel dayê çavê heybetê
Nisfê sanî dayê çavê şefqetê

Nisfê ewwel bûye behr û her li vî
nê ji tirs û heybetê qet nanivî

Hem kelî ew behr û kef da û dûxan
Kef bûye erd û dûxan bû asîman

Nivîka di çêkirin jê çari çîz
'Erş û kursîyyû qelem, lewhê temîz

Hate emrê “Padîşahê Layezal"
Malîkul mulkê Celîlê Zul-celal:

“Ya qelem binvîs bi emrê Padîşah”
“Ez çi binvîsim? biferma ya îlah!

Qale: "ûktûb Laîlah îlla ene",
Hem Muhemmed Qasidê emrê min e.

Sacîd û bêhiş girî sed sali dî
Ser hilîna got îlahî seyyîdî

Ez dizanim Laîlah îlla Tu yî
Ew Muhemmed hemberê îsmek bûyî

Kijke ya Sultanê ba cud û kerem?
Padîşahê sermedî got: Ya qelem.

Ger nebûya ew Muhemmed, lewh û 'erş
Min netîna ne wucûdê ta bi ferş

Ney tû ney Cennet û narê mezin
Cumle eşya min ji bo Wî çêkir in

Muhbetê hîngavt û şeq bû ew qelem
Ma li ser lewhê nivîsê dem bi dem

Serxweş û şûkranê Wî navê şirîn
Paşê ba îlhamê Rebb-êl 'alemîn

Gotî ewwel: -Ya Muhemmed Es-selam
Hem Eleyke gotî Rebbê “La yenam.”

Da cewaben 'en Hebîbê-l îzzetê:
We Eleyke Es-selam û Rehmetê

Bûye Sunnet lew selam û redd e ferd.
Cûmle ehwal paşê hingê kirne erd.

Wî nivîsî pêkve Ummet qencîkar
Cennetîyyû 'esîyan dê biçne nar.

Ummeta Ehmed nivîsî ehlê Nûr
Ummet-un muznîbet-un Rebb-ûn xafûr

Cumleê ehwalê 'alem bêş û kem
Wî nivîsî borî yû hişk bû qelem

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

çûn îradet hate sultanê refî'
çêkirî Adem bi vî şiklê bedî'

Emrî hate goşê Cibrîlê Emîn:
Qebde'ê bîne ji beyda'ê zemîn

Ew dilê erdê û hem hûsn û biha
Zîneta meknûn û dûrra bê biha

Hatî Cebraîl li ba emrê Letîf
çengekî axê ji wê qebra şerîf

Girt û ba tesnîmê safî kir hevîr
Têkveda heta ku ew qenc bû xemîr

Bû wekî dûrra sipî wê se'atê
Xewte da der çûyibarê Cennetê

Emrê Cebraîl kirî paşê çûnan
Wê bi gîre der zemîn û asîman

Behr û berr û şerq û xerbê 'alemê
Hate gêran hêj ne behsa Ademê

Nê hezaran Salê çûne axîrî
Ew nebî bû Adem hîj av û herî

Paşî hingî xaliqê her sûretê
çêkirî Adem bi destê qûdretê

Pif kirî ruhê xu ew bû nazenîn
Lew Melek hatin ji bo wî sacidîn

Bû xezîne ew ji bo dûrra yetîm
Danîye pişta wî ew Nûra 'Ezîm

Paşê bir avête baxê Cennetê
Xeyrî darê jê bixwe j' her nî'metê

Sef bi sef westane pişta wî Melek
Nazirê Nûra Muhemmed ew Melek

Gotî Adem ew Melaîk bo çi her
Wî li pişta min dikin daîm nezer

Rebbê 'alem gotî Adem ey mûlî
Tu ji bo Nûra Muhemmed hamilî

Ew Hebîbê Min di pişta te zuhûr
Lew Melek têne temaşeyê ji dûr

Gotî Adem ey Xuda wendî felek
Min divêtin bêne pêş min ew Melek

Hem bi fermana Xuda wê se'atê
Nûr ji piştê hate nîva cebhetê

Hin dibêjin hate tilya şahidê
Lê heqîqet her dizanitin Xudê

Mislê rojê hatîye ew ca felek
Hem teheyyur Adem û hindî Melek

Gotî Adem ya Rebb ew Nûra qebûl
-Ma te tiştek? Gotî Eshabê Resûl

Gotî Adem: -Ya îlahî qenc e bêt
Bête tilyan her çi maye, Min divêt

Nûra bû-Bekir di wastayê 'Umer
D' bunser û 'Usman di xunser musteqer

Hate îbhamê dibên nûra 'Elî
şu'lê da tilyan û Cennet muncelî

Hatî Hewwa û nezer da nûrî saf
Gotî: - Ya Adem çi nûre pir şefaf ?

Gotî Nûra yek Nebî yê mezin e
Seyyîd û hem serwerê nesla min e

çûnkî bê emrê ji Adem bû zîhar
Nûr ji enyê hate piştê bû sitar

Nê ji darê xwarin herdu kan şîrîn
Hûlle ê Cennet ji bejnê da firîn

îhbîtû mînha cemî'en hate emr
Adema dî pêkve lakîn bi sebir

Der „Seren" dîbê bi erdê ket girî
çend salan rohnîkê wî bûne herî

Rohnîkê wî şîn kirin dar û nebat
çûn di erdê da û pa û mayi mat

Pir girî û xweş girî bê hed gelek
Newhe ê „înna zelemna" çû felek

Rojekê ew der sûcudê bê mefer
Pir girî û hem li erşê kir nezer

Dît nivîsî „La îlahe-îlellah
Ba Muhemmed ba Resûlellahê şah

Got: - bi heqqê an Muhemmed key, te, neqş
Wî kirî ba îsmê Xu ber saqî 'erş

Tu bi xufranê min ê bêçare, ah.
Hate Cebraîl li ba emrê îlah

Ser hilîne Adema 'Efwa Celîl
Bo te hat û rabe ey zîba cemîl,

Hurmeta navê Muhemmed an Resûl
Tewbeya te bû qebûl û her qebûl.

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

çûn ji Adem nûra Ehmed bû cûda
Hate puşta şîsê burhan-ul hûda

Hate eslabê bûtûnî tahir e
Qet nebû yek jî, xerab û facir e

Fewqê 'Ednan ta ji Adem îxtîlaf
Tê heye lew bî tîfaq e ev mesaf

Jêrî Ednan ta ji 'Ebdullah guhest
Bîst û yek babin, hemî rast û durust

Hin yekî ‘Ednan û Me'd û hem Nezar
Mudr û îlyas in bizan ey goşîdar

Mudrîke paşê Xûzeyme taze 'eyş
Hem Kenen e paşê Nedr e bû Qureyş

Malîk û hem Fehr û Xalîb hem Lûwey
Ke'b û Mûrre hem Kîlab û hem Qusey

Hem ji puşta wî Quseyyê pak û saf
Ew emanet hate nik 'Ebdûlmenaf

Hem ji nik 'Ebdulmenaf ew muxtefî
Hate pişta Haşim ew Nûra sefî

Hem ji Haşim bû emenet munqelib
Hate bû mêhvanê 'Ebdulmuttelib

Sîlsîla wî ta bi Adem da û bab
Pêkve di biçne bihîştê bê hîsab

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat

Hem ji Abdûlmuttelîb bû hamîle
Fatîme hem mûdde teş bû kamîle

Ji bo Abdullah bi hûkmê sabîqe
Nûra Ehmed der cebîneş barîqe

Mazharê nûra Mûhemmed hatî ew
Pak û nûranî mûeyyed hate ew

Girtî xwinê cûbbe ê yehya çûnar
Wê demê bû yek şehîdê bê şûwar

Hişkê bû ew xwinê birin rûzîgar
Ta wûcudê Abdullahê namîdar

Taze bû ew xwin û mercan bune rêz
Rahiban got ay û way exbarê nêz

Wextê rabit Ehmedê alî alem
Nasixê tewrat û încil û sanem

Hat xudanê seyf û Qur’ana mûbîn
Xwinê Yehya bû nîşana wî yeqîn

Lêk vegeryan hem sûal û hem cewab
Way û weylê kefte nav ehlê kîtab

Wan yeqî kir Abdullah hate wucûd
Ba’adawet qast kirin qetla wî zûd

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Ehlê kizb û ehlê zûr û îftira
çendî caran hatine um-mûl qura

Abdullah der hivzê sultanê wedûd
Nûra Ehmed dafi’ê şerrê yehûd

Abdullah mezin bu ba naz û delal
Canê Abdûlmuttalib ew meh û sal

Xweş divê babê azîzê maderê
Rohnîya malê û zîba esmerê

şikl û sîma mislê bedra asîman
Nazik û rana û nûra xanedan

Dîlber û mehbûb û şîrîn wek şeker
Herkesî ew dî û dil lê bu duker

Dohtî çakanî kureyş û hem ereb
Muntezir bun pêkwe bo wî roz û şeb

Her yekî hîvî dikir ew bit qebûl
Ba yekî wî qet neda meyla wusul

Bu di aza ew ji fikrî în û an
Yumnî nûra Ehmedî bûba sîban

Rojekî wî gote babê ey emîr
Saeta ez biçme betha û sebîr

Min ji piştê tê te der nûrek mezin
Radibitê ser serê min ew ji min

Ez di bînim minqasim bu ew duker
Yek di şerqê yek di xerbê çuye der

Tête vehcespan û çapûk bide reng
Tête ser yek mislê ewrê taze reng

Ez dibînim asîman buye dû şeq
Radibit ew nurê ta bi heft tebeq

Tête veh-fil- halî zanalî maqam
Ez dibînim tête piştamin temam

Seata rûnim li ser mehda zemîn
Min acaîp tête pêşmin aferîn

Hem ji erdê tête semê ev kelam
Wî digelte Ehmed wes-selam

Her çi darê hişkê ez çume binî
Bu hîşîn kesk ji bekan pir xenî

Bû sî û sewan li ser min nagîhan
Ez ku çum bu hişk û bê belk û xûsan

Ew remz û hale babo bêje min
Gote babî rohnîya çavê di min

çavê min mizgîn l ite ey nazenîn
Dê ji te zahir bitin şahê emîn

Hêvîya min wasiqe Dê radibîtin
Ekrêmê alem ji te peyda bitin

Eşrefê mexlûk û siltanê cîhan
Dê ji te zahir bîtin bê şik bi zan

Min dîye der xewab û mame mûntezer
Ehmed ji pişta teye canê peder

çûnkî Ebdillahê rabû pakî zat
Xweş li qetla wî cihûdan kir xebat

Rahib û ehbar û hem ehlê kîtab
Ji agirê kerbê hemî bune kebab

Hatine heftê cihûd ez milkê şam
Taze beyat best û ehd dane temam

Cengî û merdê dila wer şûreger
Pêkve xwarin sund û bestên taze şer

Ta neêtê kuştin ew zîba heram
Yek ji me naêtê ax û milkê şam

Rahê sehra girt ewanê kîne dûz
Mislê kûndê her bi şev çûne birûz

Zû gihîştin çûne dora mekkihê
Ketne bestan mislê ava bin kehê

Da bibîn kengî dê bêtin firsatê
Newbedar ketne kenarê heyşetê

Rojekî wan di bi çolêde meşî
Talibê neçîr û ahûyê xweşî

Wan ku di raburî Evdillah çûnan
Ba tenê tenha bi çolêde rewan

Firseta xwe dîn û rabun şûr û hesin
çûn di payde mislê gûrê dev bi xwîn

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Hem di wê rojê li sedyê bu weheb
Yanî babê Emîna alî neseb

çûn seda hat û weheb lê kir nezer
Hate Evdillahê qewmê xwînceger

Refde gûrkek hate berxê newciwan
Lê belê hişyare lê zîba şivan

Nagîhan fikrî weheb di ji asîman
Hate xwarê leşgerê rewhanîyan

Xeybeyanê keksê puşî gulîzar
Hatin û jêk rakirin ew tar û mar

Terfetûl eynê cihûd berbat kirin
Wan ji iqlîmê cîhan winda kirin

Seata sirrê ji xeybê dî weheb
Maye heyran û fe maye der eceb

çûn ji Evdillahê dît ew sir û hal
Xweş li lewhê dil nivîsî ev xeyal

Ger qebûl ket min daye wî Emîna
Pak û masûmê hebîb û mûqîma

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Paşî wê sirra azîm û nûr û tab
Nazîlê qelbê weheb bu îttirab

çapûk û çespan vegerya hate mal
Wî hîkayet got ji bo mala xwe hal

Hem hîkayet ji bo zewcê weheb
Hem keramet hem ji cenga bûl-eceb

Gote zewce qence qasit bî ji min
Rabî bî çî xanedana der mezin

Bêje Evdilmittalîb min Emîna
Wê li nîk zîba afîfa mûqîna

Gotî Evdillah bi bitin ew qebûl
Temşîyet dê bit û çê bît usûl

Nazik û sîma xweş dîlber ewe
Layiqê wî babê ta wî her ewe

Hatî Evdîlmûttalîb kir ba xeber
Hem di Evdillahi hûbbê kir eser

Gotî dayê rabe ey zîba xîsal
Zewceyê bo min bi xwaze bes delal

Ba cemal û ba kemal û ba edeb
Xweş eda şîrîn lîqa alî neseb

Zû di rabû Fatîma dil şadî man
Mazirê ber suretê gûlçehre kan

Pir şepal û gûl rixanê taze eyş
Sakînanê perdeyê alê qûreyş

Dil newa û pêkve naz û qende leb
Kes nedî şîrîntir ez binta weheb

Emîna gûl bu di gûlzarê cemal
Hûsnî û bê hed qad û qamet ittîdal

Dê çi bêjim ez cemal û marîfet
Walidê Ehmed bese her ew sifet

Fatîma dît û vegerya da mina
Gote Evdillahê behsê Emîna

Mislê wê nebûn şepal û nazenîn
Nê di dînyê ne di firdewsa berîn

Carîdî çu dît û ew nazik nîhal
Lê vegera babetin herdû heval

Hate Evdilmuttalîb rakir ji mal
çûn ji babê xwestin ew rana şepal

Weqîyek zîv û weqîyek zeheb
Sed şitûr sed pez e wî dane weheb

Sed beqer cûmle ciwan û samîne
Bu hinarên pêkve nexta Emîne

Hate Evdilmuttalîb vê seatê
Kir tedarîk kar û barê dawetê

çêkirin zad û teamam bil-eceb
Hem qureyşî xwendin û hindî ereb

Emîna xemlê ji rengê gûlşenê
Zend û bazin rêştine ji rengê hinê

Xweş newa û xweş eda hatin ereb
Cuma bu ew şeb nehê mahê receb

Wê şevê anîn nîkah û aqdê best
Bûk û zava mane şerbet dane dest

Der Mekkê meşhûrî bu ev gotina
Evdillah zavaye bûke Emîna

Hesret û kerbî hemî berbat kirin
Wê şevê sed jin temamî jê mirin

Bû û zava herdû çûne xelwetê
şahîyane kefte baxê cennetê

Zu di ridwanê vekir babê cinan
Daketin dergehê nîran nagîhan

Hur û xîlman û çem û teyr û nebat
Hatine hemd û senayê xweş lûxat

Ez demê can bexşî cîbrîlê emîn
Mijde da ehlê semawat û zemîn

Rabê mizgînî bibe ji mexlûqan re
Ji asîman û erdê ta teht-es-sere

Xûlxulê peyde bu der heft asîman
Sewtê tesbîhê melek çu lamekan

Hate xwarê Cebraîl û mijde da
Keksê ala yek li banê Kabê da

Mijde da mexlûqê ha ê behr û ber
Cûmle heywanetan zanî ev xeber

Xweş nîda hat ez yesar û meymene
Nura Ehmed hatî çu nîk Emîne

Hatê nuranî şef-îl mûznîbîn
Hatê xeyr-ûn-nasê xetmûl mûrselîn

Wê şevê hindî sanem bun sernûgun
Textê iblîsê leîn buwa ji gun

Lew li ser suret revî teşbîhê mar
Hate gohê bo qûbeysê kir hewar

Zûryeta wî cûnle hatin bê newa
Ew çi hale bêje me wî gote wa

Lew li min çêbuye tirs û zelzele
Ba Muhemmed Emîna bu hamîle

Hatî dewra Ehmedî dewra me çu
Lat û izza dê bikat bê av û ru

Yek j ime êdî nehiştin bit eyan
Wî li me rê girt çûna asîman

Ronîya herdu cîhan û millatan
Ummeta wî çêtirîne ummetan

Hate xwin rêzê cîhan qir seffaq
Em ji deste wî hemî dê bin helaq

Dê çi bit halê me û tedbîr û ray
Ay û way û ay û way û ay û way

Hem di sûbha wê şevê dewlet fûzun
Textê şahanê cîhan bun sernûgun

Bê tekelûm ma devê hindî milûk
şah eger hakim eger mîrê bilûk

Emîne gote şeş meh çûne ser
Min ji hemla xwe nedî qet yek eser

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Paşî şeş meh gote min awazê xeyb
Min li te mizgîne Pakîze ceyb

Wî digel te xatemê peyxemberan
Nasixê herfa kîtab û defteran

Lê di xewnê de me dîtin bê eded
Enbîya û remz û nîşan û sened

Ewwela min dî ji min nurek diçit
Qesrê bûrsa min ji Eqsa wî didît

Mahî ewwel hatî Adem teyyîba
Kir selam û gote hemlê merheba

Mahî sanî hatî şît ez meymene
Gote min mizgîn li te ya Emîne

Mahî rabi Nuh û Xamis Hud û hem
Hatine mizgînî da min ez kerem

Mahî sadis hatî ibrahîm Xelîl
Da min mizgînî ji wê hemlê celîl

Mahî sabi hatî ismaîl zebîh
Mijde bexşî min ji wî hemlê melîh

Mahê samin hatî Mûsa ba wefa
ibşîrêya Emîne bil Mistefa

Mahê tasi hatî îsa ji asîman
Mijde da min hatî siltanê cîhan

Ew ku şeş meh çûn ji hemlê mûnqelîb
Gote Evdillahê Evdilmuttalîb

Ba ticaret dê biçita semtê şam
Der Medîne bar bikî temr û team

Wê demê dê Emîna godek bibê
Yek ziyafet lazime dawet bibê

Evdillah an meh û ruwê gûlîzar
Der Medînê şerbeta mergê wexwar

Emrê Evdillahê bîst û pênc û sal
Burî û kir ji wê dinya îrtîhal

çûn ji Evdilmuttalîb ew waqîe
Herdu çavê Emîna bun damîe

Esmerê min ma ji xelkê karîwan
Hatine pey dane ew ruh û rewan

Kan habîbê min dilê min bu dûnîm
Ax û hesret godekê min ma yetîm

Dar û ber bo wî girîn wê seatê
Av û ronîk nedînê qet mûhletê

Hem melek rabûn û gotin ya kerîm
Nê hebîbê te Mihemmed ma yetîm

Malikê milkê ezîm da ew cewab
çêtirim bo wî ji xeyra dê û bab

Ey xwedawendanê aqlê mûsteqîm
Kes nizanit qiymete dûra yetîm

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Ez rebî-ûl ewwela şeb ruşene
Heştê şev burîn li helmê Emîne

Ya nehê zail jbu ji tirs û xena
Ya dehê bu mijdedar xîf û mîna

Yanzde hem bu xûlxûl û awaz û hem
Zimzima tesbîh û hindî der herem

Diwanzde hem hil bu şemala dewletê
Emîna mabu tenê der xelwetê

Wê şevê der Kabê Evdilmuttalîb
Mabu bo tamîra erdê mûxelîb

Emîna got mam bi tenî bê mêr û jin
Ez demek tirsam û lerze hat emin

Min dî xanî ronî bu xayet belê
çarî jin hatin ji riknê menzelê

Ba cemal û hisn û nuranî qemer
Hûlleyê istebreq û sûndûs li ber

Leleha têr ew ji ava kewserê
Zûlfîha sed tena dane enberê

Bejn û bala ser û sîmayê şefaf
Min şibhandin tuxmeyê Evdilmenaf

Yek li destê rastê hat û yek li çep
Yek li pişt û yek li pêş min ba edeb

Ew kî bun Hewa û Sara Asîye
Yek li pêş min Meryema îmranî ye

Meryemê hisn û melahat zêde bu
Palveda bu ew ji bo min tekye bu

Nagîhan bu zimzim û tesbîh û deng
Ba lûxathayê muxtelîf reng û reng

Rast û çep min di kewakip têk firin
Qafê ta qafê cîhan bu enwerîn

Pêkve dinya min dî buye qûrsê nur
Meşriq û mexrib didîtin min ji dur

Keskê ala yek di xerbêda me dî
Yek li şerqê yek li banê Kabê dî

Emrê Cebraîl kirî mîrê mezin
Mijde da ehlê semawat û zemîn

Daketin dergahê nîran bê guman
şahîyane hur û wîldanê cinan

Xûlxûlûn horî di qasrê cennetê
Kî dizanit kar û barê qudretê

Hatî Cebraîl melaîk fewce fewc
çar kenarê mekkehê bune mewce mewc

Nagîhan ez tîhnî bum wê seatê
Min dî da destê min tasek şerbetê

Sipî û wek şîr şêrîn wek esel
Nê ji wê şî û esel bune mesel

Min wexwar û tîhnî çu filhal ji min
Teyrekî sipî hat û per malî di min

Wê demê min bu Mihemmed Mistefa
Nura can û madena sidq û sefa

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

Cûmle zeretê cîhan da ev nîda
Kirne gazî pêkve gotin merheba

Merheba ey sirrê furqan merheba
Merheba ey derdê derman merheba

Merheba ey canê baqî merheba
Merheba ey işşaqî saqî merheba

Merheba ey alî siltan merheba
Merheba ey kanê îrfan merheba

Merheba ey şemsê taban merheba
Merheba ey canî canan merheba

Merheba ey qurret-ûl aynî xelîl
Merheba ey xasê mehbûbê celîl

Merheba ey rehmeten-lil-alemîn
Merheba ente şefî-ûl mûznîbîn

Merheba ey afîtabê bê zewal
Merheba ey mahê tabê layezal

Merheba ey bûlbûlê baxê wîsal
Merheba ey eşînayê zûl-celal

Merheba ey nurî xurşîdê xweda
Merheba ey tû ji heq nabî cuda

Merheba matlubê alem her tû wî
Merheba ewladê Haşem her tû wî

Merheba ey nura heq ra mazharî
Merheba ey ewlîyan ra serwerî

Merheba hatî şivanê ûmmetê
Merheba hat bo me nura dewletê

Merheba ey bedrê alem ya mûnîr
Merheba ey xelkê girtî destegîr

Merheba siltanê cûmle enbîya
Merheba ey nurê çeşmê esfîya

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse